• Monday, 17 June 2024
logo

Festîvala Çand û Hunera Kurdî li Berlînê hat lidarxistin

Festîvala Çand û Hunera Kurdî li Berlînê hat lidarxistin

Festîvala Çand û Hunera Kurdî li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê hat lidarxistin.

Li wir çar rojên mişt çalakiyên xweş ên Kurdî ku ev sala sisêyan e tên lidarxistin, zûzûka derbas bûn.

Di festîlê de hunermendên Kurd ên berê yên her çar parçeyên Kurdistanê jî hatin bibîranîn.

Meksîm Îsayê ku serpereştyatê festîvalê ye got:

"Par festîval rengîn û tije çalakî bû çimkî semîner û konsertên bêtir û tew sûka Kurdî jî hebû û dabaşa cudahiya festîvala îsal û par dike û dibilîne rexneyek ku li me hat kirin par ew bû ku ti çalakî yan beşeke taybet bi zarokan nebû lê îsal ji bo zarokan jî beşa taybet hebû, çalakiyên wisa ku ne tenê zarok lê mal û malbat jî bikarin beşdarî wan bibin."

“Me bazar mezintir kir”

Meksîm Îsa da zanîn ku wan bazara xwe ya Kurdî ji par mezintir kir û xwarin û vexwarinên Kurdî tê de têne firotin wekî çay û şerabên Kurdî û wiha domand:

“Herwiha di festîvalê de du workşop bi rê ve çûn ku ya yekemîn taybet bû bi şahî û dîlana Kurdî ku tê de behsa dîroka dîlana Kurdî û awayê hînbûna wê hat kirin.

Workşopa duyem jî li ser tatoyên li ser destên jinên Kurd bû, tatoyên ku ji berê ve jinên Kurd li ser dest û rûyên xwe dideqandin.

Ji bo vê meremê hevkarekî me ku şehrezayê van tatoyan e û ji Bakurê Kurdistanê ye du rojan workşop bi rê ve bir.

Ev ew cudahî bûn ku festîvala îsal ji yên salên borî cihê kir."

Ciwanan berhemên xwe nîşan dan

Di festîvalê de çend gencên Kurd berhemên xwe nîşan dan.

Evîna ku keçeke ciwan a ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û grafîk dîzaynê dixwîne, bi hin berhemên xwe ku dîzayn li ser hin cilûberg û kelûpelan kiriye tevlî festîvalê bû.

Evînê jî got:

"Min dixwest bi vî awayî berhemên xwe û destrengîniya gencên Kurd binasînim.

Çimkî ji bilî hunermendên Kurd, hunermendên Alman jî beşdarî festîvalê bûbûn."

Ciwan Mehmûdê ku terziyekî ji Tirbespiya Rojavayê Kurdistanê ye û beşdarî festîvalê bûye jî got:

"Beşdarbûna min ji bo navtêdana ciwanên me bû qene cil û kincên Kurdî li xwe bikin û em folklor û çanda xwe li welatên Ewropayê ji bîr nekin û di nav miletên din de winda nebin."

Meksîm Îsayê herwiha got:

“Ez cilên hemî deverên Kurdistanê didirûm wekî destûra cilên Şingal, Zaxo, Efrîn û hemî navçeyên cihê yên her çar parçeyên Kurdistanê."

Amûrên muzîkê hatin nasandin

Qadir canê ku muzîkvanekî Kurd e û beşdarî festîvalê bû jî got:

"Beşdariya me ya di festîvalê de bi merema nasandina muzîk û stranên Kurdî ye û di festîvalê de amûrên saz, ney, def û hin amûrên din jî hatin nasandin."

Di festîvalê de çend stranên Kurdî yên kevn û folklorî ji hêla ciwanan ve hatin gotin û karên destî yên çend keçên bêsereperşt ên Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî ji bo firotinê hatin nîşandan bi mebesta alîkarîkirina wan.

Beşeke din a festîvalê seba bîranîna hunermendên Kurd ên kevn ên her çar parçeyên Kurdistanê  hatibû veqetandin, herwisa bi armanca nasandina pirtûkên Kurdî, pirtûkxaneyeke Kurdî jî di festîvalê de hatibû vekirin.

 

Rudaw

Top