• Sunday, 23 June 2024
logo

Sînemaya Kurdî li Stenbolê hate nirxandin

Sînemaya Kurdî li Stenbolê hate nirxandin

Li Stenbolê di çarçoveya “Rojên Sînematekê” de li ser sînemaya Kurdî, rewşa heyî, derfet û egeriyên paşerojê panelek hate lidarxistin.

Panêl di çarçoveya Rojên Sînematekê de bi sernavê “Di Sînemaya Kurdî de Şêwe û Lêgerên Nû” hat sazkirin.

Panêl bi moderetoriya derhêner Aram Dildar ve bi rê ve çû.

Derhênerên Kurd Şewket Amîn Korkî ji Başûrê Kurdistanê û Yilmaz Ozdîl jî ji Bakurê wekî axiver beşdarî panelê bûn.

Di panelê de perçebûna axa Kurdistanê, bandora wê li ser sektora sînemayê û rewşa heyî ya sînemaya Kurd hate nirxandin.

Korkî û Ozdîl ku her du jî bi fîlmên xwe gelek xelat wergirtine bal kişand ser şêweyên heyî yên sînemaya Kurdî, pêwendiyên wê digel sînemaya cîhanê û derfetên heyî.

Gelek xwendekarên zanîngehan jî li panêlê amade bûn

“Divê Kurd di asteke modern de bên qebûlkirin”

Derhênerê ji Başûrê Kurdistanê Şewket Amîn Korkî li ser pêwendî û rola sînemaya Kurdî wiha anî ziman:

“Bi rastî jî ev giring e. Eger di hemû astan de Kurd li gel derve vê vekirinê û vê pêwendiyê çêbikin, sînema bi taybetî û huner û kultûr bi giştî dikare di dewrekê de yan roleke gelekî mezin di vê yekê de hebe.

Wekî çawa ev pêwendî li asta sozdarî dilê wan biyaniyan bi Kurdan re be ji wê astê derkeve û di asteke modern de Kurdan qebûl bikin.”

“Kurd miletekî biyanî perest e”

Derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Yilmaz Ozdîl jî wiha axivî:

“Ji ber ku cih û mecrayên nîşandana fîlmên me nînin, ne ji aliyê platformîn dîjîtal, ji aliyê televîzyonên xwemalî, ji xeynî hinek festîvalan wekî Festîvala Fîlman a Dihokê cihên hevîdtinin me nînin.

Em mecbûr in bi rêya xelat û festîvalîn biyaniyan xwe bi meltê xwe jî bidine naskirin û qebûlkirin.

Helbet ji ber gelek sedeman Kurd jî miletekî piçekî biyanî perest e.”

Di sînemeya Kurdî de nêrîna oryantalîst û kolonyalîst hat nirxandin.

Nebûna derfetên darayî, cast û teknîk wekî pirsgirêk hatin binavkirin.

Ew çalakî ji hêla Şaredariya Kadikoyê ve hat amadekirin.

Di vê çalakiyê de pirs û bersivên sînemaya Kurdî hatin gotûbêjkirin.

 

Rudaw

Top