• Sunday, 30 June 2024
logo

ÊLIH – Fenomenê cîhanî ye lê bê nasname ye

ÊLIH – Fenomenê cîhanî ye lê bê nasname ye

Diya El Xelîl sala 2014an ji ber şerê malwêran ê Sûriyeyê bar kiriye, niha bûye fenomenekî cîhanî lê bê nasname dijî.

Diya El Xelîl 10 sal berê ji ber şerê malkambax bar kir û mala xwe li bajarê Êlihê danî.  

Ev 10 sal in li Êlihê dijî û li seranserê cîhanê fenomanekî navdar e.

Tenê li ser YouTubeyê 4 milyon û 600 hezar şopîner û aboneyên wî hene.

Diya El Xelîl ji ber şer ket ser rê û dirbên koçberiyê lê niha bûye kesekî wiha ku hesreta bi milyonan kesan e bi wî û zarokên wî re wêneyekî bigirin.

Mehê 300 milyon kes li vîdeoyên wî temaşe dikin lê ew ji ber penaberiyê nikare bêyî destûr ji bajarê ku lê dijî derkeve.

Ji ber ku hîn nebûye welatiyê Tirkiyeyê ne dikare malekê li ser navê xwe bikire û ne jî otomobîlekê.

Ew bi zarokên xwe Yezanê 11 salî, Zeynedînê 8 salî û Evdilreûfê 5 salî re vîdeoyan digire û li ser kanala xwe ya YouTubeyê parve dike.

Bav û her sê kur hemû karên YouTubeyê bi hev re dikin.

Mehane bi sedan milyon kes li vîdeoyên wan temaşe dikin û vîdeoyên wan herî zêde li Îraqî tên temaşekirin.

“Li her dera dinyayê min dişopînin”

Fenomenê navdar Diya El Xelîl wiha behsa rêwîtiya xwe ya navdarbûnê kir:

“Pêşî hezar şopînerê min çêbûn, paşê bûn deh hezar, paşê bûn sed hezar û paşê milyonek.

Êdî em najimêrin, niha bûne 4 milyon û 600 hezar şopîner.

Şopînerên min zêdetir ji welatên Ereban in. Me herî zêde ji Îraqê dişopînin.

Paşê ji Erebistanê, paşê ji Libnan û Sûriyeyê. Li her dera dinyayê min dişopînin.”

Diya û zarokên xwe heta niha hezar û 600 dîmen girtine û li YouTubeyê belav kirine.

Hesreta bi milyonan kesan ew e ku bên pê re wêneyekî bigirin lê ew ji ber ku penaber e û ne welatiyê Tirkiyeyê ye, nikare bêyî destûr derkeve derveyî sînorê Êlihê.

“Ez dixwazim nasnameyê bidin min”

Diya El Xelîl anî zimên ku ew dixwaze Tirkiye nasnameyê bide wî û zarokên wî û pê de çû:

“Du zarokên min li Tirkiyeyê hatine dinyayê lê wan welatîbûn neda me.

Sedema wê çi ye nizanim lê em hîn nebûne welatî. Ez dixwazim nasnameyê bidin min û min wekî welatiyekî bipejirînin.

Ev yek hem ji bo min û hem ji bo paşeroja zarokên min pir girîng e.”

Çîroka Diya El Xelîl, gotina “Li pişt hemû mêrên serkeftî ji sedî sed jinek heye” heye tîne hişê mirov çimkî ev serkeftina mezin xwe dispêre keda dayîka zarokan Ulfet Ehmedê.

Ulfet Ehmed hevjîna Diya El Xelîl û dayika van her sê kurên serkeftî ye.

Lê wekî ku di vîdeoyên YouTubeyê de xuya dibe tenê dixwaze dengê wê hebe, naxwaze rûyê xwe nîşan bide û vê raz û kelecanê bi dawî bike.

“Bila ev raz û kelecan wiha berdewam bike”

Ulfed Ehmeda hevjîna Diya El Xelîl wiha behsa keda xwe ya li pişt vê serkeftinê kir:

“Ez montajê dikim, vîdeoyan digirim û senaryoyê amade dikim, her tiştî dikim.

Di hemû vîdeoyan de dengê min heye lê rûyê min naxuye.

Hemû kes rûyê min meraq dike lê min qet rûyê xwe nîşan neda.

Bila ev raz û kelecan wiha berdewam bike. Ez hemû dema xwe didim amadekirina vîdeoyan. Dema min a vala tune ye.”

Niha tenê xeyaleke van fenomenan heye ku Tirkiye welatîbûnê bide wan û ew jî bi pereyên ku li ser YouTubeyê qezenc kirine ji xwe re li Êlihê kargeheke mezin a tekstîlê vekin.

Li ser cil û bergan jî dê wêneyên her sê zarokan hebin. Bi vî awayî dê hem ew û hem jî Êlih qezenc bike.

 

Rudaw

Top