• Sunday, 30 June 2024
logo

Neteweyên Yekbûyî serlêdana Komkujiya Robozikê qebûl kir

Neteweyên Yekbûyî serlêdana Komkujiya Robozikê qebûl kir

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî serlêdana derbarê Komkujiya Robozikê de qebûl kir ku tê de 34 kes di bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê de hatibûn kuştin.

Şeva 28ê Kanûna Pêşîna 2011an li gundên Bêcih û Robozikê yên navçeya Qilabanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê 19 ji wan zarok 34 welatiyên sivîl ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikir, di dema vegerê de li devera Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê ve bikom hatin kuştin.

Lê heta niha jî derbarê wê komkujiyê de ti berpirsên Tirkiyeyê nehatine darizandin û cezakirin.

Piştre derbarê komkujiyê de li dadgehên navxwe yên Tirkiyeyê doz hate vekirin.

Ew doz heta niha negihiştiye ti encamê û ti berpirsên Tirkiyeyê ji ber bûyerê nehatine darizandin.

“Divê Tirkiye di nav 6 mehan de parastina xwe bike”

Kesûkarên qurbaniyan û parezer serî li sazî û dadgehên navneteweyî jî didin da ku berpirsên komkujiyê werin cezakirin.

Parêzer Kerem Altiparmak 29ê Hezîranê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Kerem Altiparmak ragihand ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî serlêdana derbarê Komkujiya Robozikê de qebûl kiriye û ji Hikûmeta Tirkiyeyê xwestiye di nava 6 mehan de parastina xwe bike.

“Mafê jiyanê hatiye binpêkirin”

Altiparmak got, “Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî serlêdana malbatên Robozikê qebûl kir û ji bo ku nerînên wê wergire hikûmet agahdar kiriye.

Serlêdan diyar dike ku mafê jiyanê û qedexeya miameleya xirab hatiye binpêkirin.

Wekî ku tê zanîn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê mijarê de bêyî ku parastin bên wergirtin biryara neqebûlkirinê dabû.

Ji ber vê yekê jî cara yekem e hikûmet dê li pêş mekanîzmayeke navneteweyî parastinê bike û dê nêrîna wê bê wergirtin ka peyman bin pê kiriye yan na.”

“Robozik di lêgerîna edaletê de semboleke mezin e”

Kerem Altiparmak amaje bi wê yekê jî da ku eger Hikûmeta Tirkiyeyê daxwaza demeke zêde neke tenê ji bo parastinê 6 meh li pêşiya wê ne û got:

“Robozik di lêgerîna edelata li Tirkiyeyê û lêgerîna li pey rastiyê de semboleke mezin e.

Li Tirkiyeyê an jî li mekanîzmayên navneteweyî lêgerîna li pey vê rastiyê ji bo me jî erkekî giran e.”

HDP û Baroya Şirnexê hev tohmetbar dikin

Piştî ku li navxweyê Tirkiyeyê doza Robozikê negihiştiye ti encamekê, malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.

Lê herî dawî 17ê Gulana 2018ê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi hinceta ku parêzeran belgeyên pêwîst di dema xwe ya 15 rojan de amade nekirine dosyeya Doza Komkujiya Robozikê red kir.

Redkirina dozê di navbera HDP û Baroya Şirnexê de bû sedema aloziyan û her du alî hevdû bi xemsariya di dozê de tohmetbar dikin.

 

 

Rudaw

Top