• Sunday, 30 June 2024
logo

Ozgur Ozel: Em dê bi Esed re hevdîtinekê bikin

Ozgur Ozel: Em dê bi Esed re hevdîtinekê bikin

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel got, “Ez dê di nav mehek, mehek û nîvê de bi Esed re hevdîtinekê bikim”

Mijara pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê di vê dema dawiyê de yek ji rojevên herî giring ên Tirkiyeyê ye.

Ev demeke îstixbarata Tirkiyeyê hevdîtinan dike lê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed tevî daxwaza Erdogan a hevdîtinê jî hîn bi awayek resmî qebûl nekiriye ku bi desthilata Tirkiyeyê re hevdîtinan bike.

Her wiha mijareke din jî vegerandina penaberên Sûriyeyî ya welatê wan e.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê Ozgur Ozel (CHP) di bernameya Halk TVyê de pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê nirxandin.

“Bila bi Tirkiyeyê re li ser maseyekê rûne”

Ozgur Ozel diyar kir ku pêwendiyên bi Sûriyeyê re ne eşkere ne û got:

“Em bi rêyên sempatîk bi Sûriyeyê re di nava pêwendiyê de ne. Yanî dîplomasiya deriyê piştê.

Rojên pêşiya me eger em karibin eyar bikin, ne di demeke dirêj de, em difikirin vê havînê bi Esed re hevdîtinekê bikin.

Erdogan jî got ‘Îstixbarata me hevdîtinan dike em dikarin wê bixin rengê hevdîtinên dîplomatîk’.

Li ser bingeha ku em vî deriyê girtî vekin, em jî dîplomasiyeke li pişt deriyan re dimeşînin, erênî derbas dibe.

Ez dê di nav mehek, mehek û nîvê de bi Esed re hevdîtinekê bikim.

Dibe ku berî wê ez bi Birêz Erdogan û Wezîrê Karên Derve re jî hevdîtinê bikim.

Bila bi Tirkiyeyê re li ser maseyekê rûne û ji bo çareserkirina pirsa penaberan û şerê navxwe gav bên avêtin.

Bê goman aliyên Rûsya û Amerîkayê jî hene.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran penaberên Sûriyeyî hene û vegerandina wan jî rojeveke germ e.

“Divê bi Esed re hevdîtin hebe”

Ozgur Ozel amaje pê kir ku pêdivî bi bernameyekê heye û got:

“Dibêjin em dê wan li trêna siwar bikin û bişînin, tiştekî wisa nabe.

Divê bi Esed re hevdîtin hebe, tu wan dehf didî dişînî û ew jî dibêje ew werin ez dê çekên kîmyewî bi kar bînim. Tu dê çawa wan bişînî?”

Ozgur Ozel herwiha anî zimên ku Esed peyamên erênî dide û divê ev yek were niraxandin.

Top