• Wednesday, 17 July 2024
logo

Wezirê Bazirganiya Iraq a Federal: Em bi pêşketin û avadaniya li Kurdistanê serbilind in

Wezirê Bazirganiya Iraq a Federal: Em bi pêşketin û avadaniya li Kurdistanê serbilind in

 Îro 30.06.2024ê di merasîma danîna kevirê bingehîn ê sayloya Helebce ya ji aliye Serokê Hikûemta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve, Wezîrê Bazirganiya Iraq a Federal Dawud Elxurêrî jî wek mêvan amade bû û di merasîmê de gotarek peşkeş kir û ragehand: ‘’Kurdistan axa bexş, xebat û qehremantiyê ye û cîhê serbilindiyê ye ji bo me hemûyan. Em bi wan pêşketin û avadaniya li Kurdistanê heye serbilind in, silav û destxweşiyê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji ber ewqas nirx û baha daye sektora çandiniyê û cotkaran.’’

Hêjayî gotinê ye sayloya Helebce, yek ji wan projeyên giring ên hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo parêzgeha Helebce û zêdetir ji 27 milyar dînar pare ve tê cîhbicîh kirin û şiyana 40 hezar ton genim li xwe girtinê heye, li gel 10 embarên cüda ji bo rakirina dan û biryare di heyama 700 rojan de bê temam kirin.

 

Basnews

Top