• Wednesday, 17 July 2024
logo

Êrîşa Kelarê dîsa karê tîmeke pkk bûye

Êrîşa Kelarê dîsa karê tîmeke pkk bûye

Civata welekariya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Duhê bişev civata ewlekariya Kurdistanê derbarê êrîş kirine ser berpirsê liqa 22 ya PDK ya li Kelarê Ekrem Salih de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, piştî lêkolîn û venêrînên kûr û çavdêrî kirina kamêreyên çavdêriyê, êrîşkar hatine destnîşankirin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, ev êrîşa han karê tîmeke têkder ya ser bi pkk ye ku, ev çend sale li herêma Kurdistanê dest bi êrîş kirine ser berpirsên partiyan û xelkê kiriye û dixwazên rewşa herêma Kurdistanê aloz bikin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, herêma Kurdistanê li hember wan êrîşan bêdeng nabe û Serkirdatiya pkk jî li hember encamên wan êrîşan berpirsiyare.
 

Top