• Wednesday, 17 July 2024
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Tirkiyeyê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Tirkiyeyê kir

Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.

Îro çarşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Erman Topçu kir.

Di civînê de Konsulusê nû yê Tirkiyeyê silav û rêzên wezîrê derve yê Tirkiyeyê gehande Serok Barzanî û tekez li ser vê yekê kir ku, Tirkiye dixwaze baştirîn têkilî li gel herêma Kurdistanê hebin.

Di beşeke din ya vê civîna han de giftûgo derbarê serdana Serok Barzanî bo Bexdayê hate kirin û Konsulusê Tirkiyeyê jî ev serdana han bi dîrokî û bibandor wesif kir.

Her di heman civînê de Serok Barzanî rixmî balkêşandine ser sedema serdana xwe ya bo Bexdayê ev yek anî ziman ku, jihev fêmkirin û diyalog di çarçoveya destûrê de baştirîn rêye bo çareser kirina kêşeyan.

Serok Barzanî hêviya serkeftinê jî bo Konsulusê nû yê Tirkiyeyê xwest.

Rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Top