• Wednesday, 17 July 2024
logo

Esed raste rast bersifa Erdogan da

Esed raste rast bersifa Erdogan da

Dibêje ji axa me vekêşe vêca hewl bide.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed duhê di dema dengdanê de bersifa pirsên rojnamegeran da û ragihand ku, Sûriye pêşwaziya her cure hewlek bo normal kirina têkiliyan dide.

Esed eşkere kiriye ku, Sûriye jî dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê normal bike lê ev nayê vê wateyê ku, Sûriye ji rêgezên navnetewî derkeve û qanûna navnetewî binpê bike, jiber ku, hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê binpê kirina rêgez û qanûnên navnetewiye lewre bo normal kirina têkiliyan lazime beriya her tiştekî Tirkiye rêz ji serweriya Sûriyeyê, qanûn û rêgezên navnetewî bigire û ji Sûriyeyê vekêşe û pişt re hewl bo normal kirina têkiliyan bide.

Top