8 berpirsên mezin yên DIŞI hatine kuştin
![8 berpirsên mezin yên DIŞI hatine kuştin](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240717125211_original_3.jpg )
Amerîka dibêje me 196 operasiyon lidar xistine.
Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa amara operasiyonên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê kiriye.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, di nava 7 mehên sala 2024an de hêzên Amerîkî li Îraq û Sûriyeyê bi giştî 196 operasiyon li dijî terorîstên DIŞIê li dar xistine.
Di encama operasiyonên han de 8 berpirsên mezin yên DIŞIê hatine kuştin û 32 berpirsên din jî hatine girtin.
Fermandariya navendî ya Amerîkayê diyar kiriye ku, 137 operasiyon li Îraqê hatine lidarxistin di encam de 32 terorîst hatine kuştin û 74 terorîst jî hatine girtin û li Sûriyeyê jî 59 operasiyon hatine kirin û di encam de 4 terorîst hatine kuştin û 92 terorîstên din jî hatine girtin.