• Wednesday, 17 July 2024
logo

Fuad Husên û Gar Peterson pirsa çareserkirina krîza Sûriyê gotûbêj kirin

Fuad Husên û Gar Peterson pirsa çareserkirina krîza Sûriyê gotûbêj kirin

Wezîrê Derve yê Iraqê ragehand, di çarçoveya peywendiyekê de bi Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê re behsa giringiya çareserkirina pirsa Sûriyeyê bi awayekî hevseng û giştgir û demdirêj kiriye.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên duh 16.07.2024 li ser tora civakî ya Xê parve kir ku, di peywendiyekê de bi Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Gar Peterson re tekezî li ser giringiya çareserkirina pirsa Sûriyeyê bi awayekî hevseng û giştgir û demdirêj kiriye.

Fuad Husên diyar kir ku, wan di wê peywendiyê de danûstandin li ser rewşa Sûriyeyê kirine û tekezî li ser bizavên hevpar ji bo zelalkirin û çareserkirina qeyranên Sûriyeyê hatiye kirin.

Fuad Husên li roja 11.07.2024ê ragehand, “Pêşengiya Iraqê ji bo nêzîkbûna navbera Tirkiye û Sûriyeyê û civîna wan li Bexdayê heye, ji ber ku wan her du welatan bandor li ser hev û li ser Iraqê jî heye.”

 

Basnews

Top