• Wednesday, 17 July 2024
logo

Wezîrê Derve yê Iraqê behsa giringiya serdana Serok Barzanî ya ji bo Bexdayê dike

Wezîrê Derve yê Iraqê behsa giringiya serdana Serok Barzanî ya ji bo Bexdayê dike

Duh 12.07.2024ê Wezîrê Derve yê Iraq a Federal Dr. Fuad Husên di civîneke çapemeniyê ya li Bexdayê de serdana heftiya borî ya Serok Mesûd Barzanî bo Bexdayê pir serdaneke giring pênase kir û ragehand; Serdana heftiya borî dê bandoreke erênî li ser başkirin û pêşdebirina peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraq a federal de bike.

Wezîrê Derve yê Iraqê diyar kir, Serok Barzanî yek ji kesayetên bi bandor ê proseya siyasî ya Iraqê ye, ji bo wê jî wê serdanê bandoreke zêde li ser peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê hebû.

Roja 3yê Tîrmehê Serok Mesûd Barzanî lig el şandeyekî bilind a Herêma Kurdistanê geheşt balefirgeha navnetewî ya Bexdayê û ji aliyê cîgirên Serokwezêrê Iraqê Mihemed Temîm û Fuad Husên û hejmarek berpirsên hikûmetê û siyasî yên Iraqê ve pêşwazî lê hate kirin.

Serok Barzanî di serdana xwe ya Bexdayê de zêdetirî 17 hevdîtin û civîn li gel rêveberên aliyên siyasî, berpirsên partiyan û hikûmetê û balyozên welatan li Iraqê encam da.

 

Basnews

Top