Wezareta Navxwe: Kesê ku li ser torên civakî vîdeoyên guleteqandinê belav bike dê bê darizandin
![Wezareta Navxwe: Kesê ku li ser torên civakî vîdeoyên guleteqandinê belav bike dê bê darizandin](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240630144412_original_6.jpg )
Wezareta Navxwe a Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkera kir her kesê ku vîdeoyên gule avêtinê li ser torên civakî parve bike, wê bê darizandin.
Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe Dr. Hêmin Mîranî ragehand: “Her kesê ku li ser Tîk Tok û torên civakî vîdeoyên gulereşandinê belav bike, wê ji aliyê dozgerê giştî ve di derbarê wî/wê de gilî bê kirin û bê darizandin.
Hêmin Mîranî got, “Bi sedan kes ji ber çekên bê destûr û qaçax hatine cezakirin û zindanîkirin û dozên wan li dadgehê ne.”
Basnews