• Sunday, 30 June 2024
logo

Li ser fermana Mesrûr Barzanî zêdetir ji 557 milyon dînar pare ji bo serokatiya şaredariya Helebce hat xerc kirin

Li ser fermana Mesrûr Barzanî zêdetir ji 557 milyon dînar pare ji bo serokatiya şaredariya Helebce hat xerc kirin

Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi armanca cîhbicîh kirina projeyên xizmetguzariyê yên li bajar 557 milyon û 480 hezar dînar pare ji bo serokatiya şaredariya Helebce hat xerc kirin û îro ji aliyê Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarî ve bi awayekî rasterast radestî Serokatiya Şaredariya Helebce hate kirin.

Roja 27.06.2024ê Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî bi amadebûna rêveberên giştî yên dîwan, plan û dûvçûnê li Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê, li gel Serokê Şaredariya Helebce Selam Bîlal Îskender civîyan û behsa cîhbicîhkirina hejmarek projeyên xizmetguzariyê yên ji bo bajarê Helebce kirin û ew proje di çarçoveya sozên Serokwezîr Mesrûr Barzanî de bûn, ku di dema serdana xwe ya ji bo bajarê Helebce de biryara hejmarek projeyan li Helebce dabû ku bên cîhbicîh kirin.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî ji Serokê Şaredariya Helebce re ragehand, ew pare li ser fermana cenabê Mesrûr Barzanî ji aliyê ofîsa Serokwezîr ve ji bo Serokatiya Şaredariya Helebce hatiye veqetandin, ji bo cîhbicîhkirina projeyên xizmetguzariyê û ew pare bi awayekî rasterast radestî Serokê Şaredariya Helebce hate kirin.

Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî, serokê şaredariya Helebce spart ku di demekî kurt de dest bi cîhbicîh kirina projeye bikin û herwaha behsa cîhbicîhkirina çend projeyekî din ên di çarçoveya sozên Serokwezîr ên ji bo bajarê Helebce de jî kir.

 

Basnews

Top