Sine mêvandariya pêşangeheke gul û kulîlkên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dike
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, pêşangeheke gul û giyayan hat vekirin. Lê belê ji ber qeyrana darayî, îsal pêşangeh û berhemên wê li gorî salên borî baş nehatine firotan.
Nehemîn pêşangeha salane ya gul û giyayan li Sineyê hat vekirin ku hilberînerên gul û giyayan ji 20 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê de beşdar bûne.
Rêveberê îdarî yê pêşangehê Husên Beyat dibêje: “Ji 20 parêzgehan hilberînerên gul û darên xemilandinê, beşdarî pêşangehê bûne. Çendîn cure hewzên avê, kursî û maseyên bax û hêşînahiyê hatin pêşandan. Herwiha çend kompaniyên pispor di warê peyn û berhemên çandiniyê de beşdar bûn.”
Yek ji hilberînerên kulîlkan got, ew ji bo peydakirina bazar û firotina berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûne û hêvî dike ku berhemên wan li Sineyê bi awayekî baş bên firotan.
Omêd Xabûr ku xwediyê gulxaneyekê got: “Em li bajarê Mehelatê gulan diçînin. Em gulên xwe dişînin Iraq, Uman, Ermenîstan û Tirkmenîstanê. Em bo dîtina bazarên gul û kulîlkên xwe jî li vir in û em hêvî dikin ku xelkê vî bajarî pêşwaziyê li berhemên me bikin.”
Sîrwan Motemedî jî ku xwediyê gulxaneyekê got: “Îsal wekî sala borî berhemên ku hatin pêşandan bi başî nehatin pêşwazîkirin û kirîn firotan kêm e.”
Pêşangeh berdewam dike û tê de çendîn cureyên gul û kulîlkên mal û baxçeyan, peyn û dermanên kulîlk û giyayan û pêdiviyên bexçe û gulistanan hatin pêşandan.
K24