• Tuesday, 02 July 2024
logo

Koçberên Şingalê yên vedigerin ji hemû xizmetguzariyan bêpar dimînin

Koçberên Şingalê yên vedigerin ji hemû xizmetguzariyan bêpar dimînin

Koçberên Şingalê yên vedigerin bajêr ji hemû xizmetguzariyan bêpar dimînin û vê derbarê de gilî û gazindên xwe tînin ziman.

Piştî 10 sal koçberî û derbederiyê jî hîn mercên jiyanê û ewlehiyê wek pêwîst ji bo xelkê koçber ên Şingalê nehatine dabîn kirin û vê derbarê de Şingaliyên ku ji BasNewsê re axaftin jî ragehandin, Bingehê Laleşê yê Rewşenbîrî û Civakî jî vê derbarê de helwêst diyar kiriye û piştî 10 salan koçberiyê naha di kampan de di bin çadiran de jiyan dikin û germa havînê û sermaya zivistanê dibînin. Berî naha jî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de rêkeftinek pêkhat ku li Şingalê ewlehî û mercên jiyanê bên avakirin, ku xelkê Şingalê bikare wegere ser war û mulkê xwe û demografiya Şingalê ya tê guhertin bê rawestandin.

Herwaha Şingaliyeke din ê bi temen jî ragehand: Hikûmeta Iraqê wekî pêwîst alîkariyê ji bo koçberên Şingalê yên di kampan de jiyan dikin re nake û em naha biçin Şingalê jî xaniyên me hilweşyayî û li erdê ne, ti cîhekî ku em bikevinê tine. 4 milyon dînarê ku hikûmeta Iraqê dide her malbateke koçberan dê têra çi bike, mirov nikare çi tiştekî bike. Ewlehî jî tine.

 

Basnews

Top