• Tuesday, 02 July 2024
logo

Erdogan li ser bûyerên li Qeyseriyê axivî

Erdogan li ser bûyerên li Qeyseriyê axivî

Recep Tayyîp Erdogan berpirsiyariya êrişa li Qeyseriyê xist stûyê mixalefetê.

Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê şeva borî kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseya hêrsbûyî xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku 67 kes hatine desteserkirin.

“Gotinên wekî jehrê yên mixalefetê sebeb in”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna AK Partiyê ya Birêveberiyên Xwecihî de berê rexneyên xwe da mixalefetê û got:

“Bi xurtkirin dijminatiya biyaniyan û rika ji penaberan kes nagihe cihekî.

Yek ji sebebên wê bûyera li Qeyseriyê ya ku komeke bedbext bûye sedem, gotinên wekî jehrê yên mixalefetê ne.

Kî dibe bila bibe şewitandina taxan û vandalîzm nayên qebûlkirin.”

 

Rudaw

Top