• Tuesday, 02 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî li Viyanayê bi Alaya Kurdistanê hat pêşwazîkirin

Nêçîrvan Barzanî li Viyanayê bi Alaya Kurdistanê hat pêşwazîkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Viyanaya paytexta Awisturyayê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek hevdîtinên fermî çû Awisturyayê.

Nêçîrvan Barzanî li Balafirgeha Viyanayê bi Alaya Kurdistanê hat pêşwazîkirin.

Nêçîrvan Barzanî dê sibe bi Serokkomarê Awisturyayê Alexander Van der Bellen û Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg re hevdîtinan bike. 


Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku dê Nêçîrvan Barzanî îro here Viyanaya paytexta Awisturyayê.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî dê sibe bi Serokkomarê Awisturyayê Alexander Van der Bellen û Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg re hevdîtinan bike.

Ofîsa Serokatiyê destnîşan kir ku dê di hevdîtinan de mijarên wekî “bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Awisturyayê re û derfetên ji bo berfirehkirina hevkariyê” werin nirxandin.

 

Rudaw

Top