• Tuesday, 02 July 2024
logo

Xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê gur dibin: Tirkiye hêzên zêde dişîne

Xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê gur dibin: Tirkiye hêzên zêde dişîne

 Li Sûriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ji ber îhtîmala pêwendiyên navbera Enqere û Şamê xwepêşandanên tund tên lidarxistin.

Karvedanên gotinên Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser asayîkirina pêwendiyan berdewam dikin.

Nêzikbûna Erdogan û Esed dibe sedema nerazîbûna grûpên çekdar û mixalefeta Sûriyeyê.

Di dema ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pêvajoya asayîbûnê tê meşandin, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê dinirxînin ku ev pêvajo li dijî wan e.

Tê îdiakirin ku ev xwepêşandan ji bo protestokirina lihevkirina muhtemel a Tirkiye-Sûriyeyê tê lidarxistin.

Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên di bin dagirkeriya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ne, çalakiyên tund tên lidarxistin.


Barhilgirên Tirkiyeyê hatin şewitandin

Di çalakiyan de alayên Tirkiyeyê hatin daxistin, posterên Erdogan hatin şewitandin, Barhilgirên ku ji Tirkiyeyê derbasî nav Sûriyeyê bûn hatin gulebarankirin û şewitandin.

Hat diyarkirin ku li ser zêdebûna bûyeran Tirkiyeyê ji bo tepeserkirina xwepêşandanan hêz şandiye.

Artêşa Tirkiyeyî wesayîtên zirxî ku TOMA jî di nav de ye, hêzên zêde şandine Sûriyeyê.

Lê belê heta niha li ser mijarê ti daxuyaniyeke fermî nehatiya danîn.


Li Efrînê şer û pevçûn

Hat ragihandin ku li Efrînê jî wesayîtên ku ji Tirkiyeyê dihatin bi heman awayî rastî êrîşan hatin.

Xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê yên li Efrînê berfireh bûne û li hin deveran şer û pevçûn derketin û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyeke herêmî di encama şer û pevçûnan de kesek hatiye kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku xwepêşanderan êrîşî avahiya “Walîtiya” Tirkiyeyê ya li Efrînê kiriye û sloganên dijî Tirkiyeyê avêtine.

SOHRê diyar kir ku xwepêşandan "bersiva êrîşên nijadperestî" yên li dijî penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê ne.

 

Rudaw

Top