• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Îdrîs Baluken 3 sal û 9 meh ceza hat birîn

Li Îdrîs Baluken 3 sal û 9 meh ceza hat birîn

Ji ber çend axaftinên wî yên di serdama parlamenteriyê de 3 sal û 9 meh ceza li Îdrîs Balûken hat birîn.

Li parlamenterê berê yê HDPyê Îdrîs Baluken ji ber çend axaftinên wî yên ku di navbera salên 2014-2016an de di serdema parlamenteriya xwe de kirine dozek hatibû vekirin.

Îro rûniştina dozê li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê hat kirin.

Baluken beşdarî rûniştina dozê nebû û parêzerê wî bi rêya Sîstema Deng û Reng beşdarî dozê bû.

Dozger di rûniştina dozê de daxwaz kir ku Îdrîs Baluken ji ber axaftinên xwe yên di dema parlamenteriyê de 3 caran bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” bê cezakirin.

Parêzerê Baluken jî daxwaz kir ku miwekilê wî 3 caran ji ber heman sedemê neyê cezakirin.

Ji ber her axaftinê salek û 3 meh ceza

Lê heyeta dadgehê ew daxwaz qebûl nekir û cuda cuda ji ber her carekê salek û 3 meh, bi giştî 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Îdrîs Balûken birî.

Dagehê  herwiha di heman dozê de  biryar da ku Balûken ji tohmeta “dijayetîkirina yasaya bi hejmara 2911ê” ku taybet e bi sazkirina xwepêşandan, meş û civînan bê beraetkirin.

Piştî berdanê bi 2 rojan dîsa hatibû girtin

Parlamenterê berê yê HDPyê Îdrîs Baluken sala 2016an bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” li gel hevserokên berê yên HDPyê hatibû destserkirin û piştre 30ê Kanûna Paşîn a 2017an di rûniştina yekem a dozê de hatibû berdan.

Lê piştî berdana wî bi du rojan li ser nerazîbûna dozger careke din hatibû girtin.

 

Rudaw

Top