• Sunday, 30 June 2024
logo

Hevserokê DEM Partiyê: Bila Erdogan bi PYDyê re jî hevdîtinan bike

Hevserokê DEM Partiyê: Bila Erdogan bi PYDyê re jî hevdîtinan bike

Hevserokê DEM Partî ragihand ku ew nabêjin bila Erdogan bi Beşar Esed re hevdîtinan neke lê bila heman hevdîtinan bi PYDyê re jî bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganê ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ve bi tundî rexne li Serokê Sûriyeyê Beşar Esed digirtin û li dijî wî bû, 28ê Hezîrana di daxuyaniyeke xwe de glopa kes bo asayîbûna pêwendiyên Enqere û Şamê û hevdîtineke nû ya ligel Esed pêxist.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî şeva borî di bernameyeke televîzyonî de li ser wan gotinên Erdogan ên derbarê asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê de axivî.

“Bila ne hevdîtinên ku Kurd bên tepeserkirin bin”

Bakirhan da zanîn ku niha Tirkiye ligel Îranê hevdîtinan dike û neyeta wê heye ligel Sûriyeyê jî heman hevdîtinan bike û got:

“Em nabêjin bila ev yek nebin. Bila hevdîtin bibin lê ev hevdîtin bila ne hevdîtinên wiha bin ku Kurd tê de nebin û daxwazên wan bên tepeserkirin.”

“Bila bi PYDyê re jî hevdîtin bike”

Tuncer Bakirhan amaje bi serdana berê ya Hevserokê wê demê yê PYDyê Salih Muslim û şanda pê re ya ji bo Enqereyê jî da û got:

“Erdogan bila bi Esed re hevdîtinê bike lê bila bi PYDyê re jî hevdîtin bike.

Çend caran ligel PYDyê hevdîtin kirin. Salih Muslum û Asya Ebdullah hatin.

Meqamên dewletê pêşwazî li wan kir. Tişta rast jî ev e. Çiqas baş bû.

Li şûna dijminatiya li Sûriyeyê bila di siberoja Sûriyeyê de gelê wê biryarê bide.”

“Axavtineke li ser red û tinehesibandina Kurdan e”

Hevserokê DEM Partiyê got: “Bila Esed û PYD bibin bira.

Dema siberoja Sûriyeyê hat nîqaşkirin bila Kurdên li wê derê neyên jibîrkirin.

Li wê derê nifûseke cidî ya Kurdan heye. Berdêlên mezin dane.

Eger ev yek tine bên hesibandin ti sûda vê bo kesî nîne.

Li Îraqê hevdîtinên li dijî Kurdan, li Îranê her roj Kurd tên darvekirin.

Di demekê de ku li Sûriyeyê destê xwe dirêjî Esed dikin bal li ser rewş û stastûya Kurdan e.

Axavtineke li ser red û tinehesibandina Kurdan e.”

“Ji bo ku Kurd nebin xwedî maf dixwaze hevdîtinê bike”

Tuncer Bakirhan tekez kir ku eger ligel PYDyê jî hevdîtin bên kirin li Tirkiyeyê ti kes ji vê yekê nerazî nabe û got:

“Bila pirsgirêkên Sûriyeyê gelên Sûriyeyê çareser bikin. Ji bo ku Kurd nebin xwedî maf dixwaze hevdîtinê bike.

Ji bo li wê derê statû nemîne vê yekê dike. Ev rêyeke ku nikarî jê derkevî û Tirkiyeyê nabe cihekî.

Bi vî awayî asayîbûn nabe. Sedema vê rewşa aborî ji ber wan polîtkayan e ku dijatiya Kurdan dikin.

Divê hem li derve û hem jî li navxwe asayîbûn hebe. Bi aqilê MHPyê asayîbûn nabe.

MHP dixwaze hemû rengên li Tirkiyeyê bike yek.”

“Ji bo pêwendiyê daneynin ti sedemek nîne”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan 28ê Hezîranê di axavtina xwe de wiha gotibû:

“Ji bo pêwendiyê daneynin ti sedemek nîne. Li ser bipêşxistina pêwendiyên bi Sûriyeyê re, em berê çawa bi hevdû re bûn, em dê dîsa bi hev re tevbigerin.

Ti caran derd û armanceke me ya em destwerdanê di karên navxweyî yên Sûriyeyê de bikin nebûye.

Ji ber em bi gelê Sûriyeyê re civakek e ku wekî bira dijîn.

Çawa me di demên borî de pêwendiyên xwe bi Sûriyeyê re zindî girtin, wekî hûn dizanin me bi birêz Esed re bi malbatî jî hevdîtin kirin, ne pêkan e ku em bêjin sibe jî nabe, dê dîsa bibe.

Û bi ti awayî derdekî me yê em destwerdanê di karên navxweyî yê Sûriyê de bikin nîne."

Erdogan piştî  krîza Sûriyeyê derbarê Esed de gotibû, “Ez bi eşkere dibêjim Esed terora dewletê pêk aniye û terorîst e. Li Sûriyeyê meşa ligel Esed bi ti awayî ne pêkan e.”

 

Rudaw

Top