• Tuesday, 02 July 2024
logo

KCKyê li ser şewatên li Hewlêr, Dihok û Kerkûkê daxuyanî da

KCKyê li ser şewatên li Hewlêr, Dihok û Kerkûkê daxuyanî da

 KCKyê li ser şewatên li Hewlêr, Dihok û Kerkûkê bertek da Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê û got, “Ti eleqeye wê bi rastiyê re nîne û ev yek îftîra û manîpulasyon e.”

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî di konferanseke rojnamegeriyê de li ser şewatên li bazarên Hewlêr, Dihok û Kerkûkê daxuyaniyek dabû.

Mîqdad Mîrî gotibû, “Li ser şewatên li Îraq û Herêma Kurdistanê çend kes hatine desteserkirin ku pêwendiya wan bi PKKyê re heye.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser şewatên li Hewlêr, Dihok û Kerkûkê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

KCKyê ragihand ku wan ew îdiayên Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê bi rêya çapemeniyê bihîstine.

Herwiha KCKyê di daxuyaniyê de red kir ku kesên ku hatine girtin ser bi PKKyê ve bin û û got "Ti pirsgirêka PKKyê bi dewleta Îraqê re nîne."

“Ti dijayetiyetiyeke me ya li hemberî dewleta Îraqê û civaka Îraqê nîne.”

Herwiha KCKyê got, “Ti dijayetiyetiyeke me ya li hemberî dewleta Îraqê û civaka Îraqê nîne.

Tevgereke ku ji bo refah û azadiya Rojhilata Navîn têdikoşe bi van îdiayên ku hatine diyarkirin re bê binavkirin tenê îftirayeke MÎTê ye.

Eşkere ye ku Wezareta Karên Navxweyî ya Îraqê ji aliyê hinek aliyan ve ev daxuyanî daye.

Çavkaniya van îdiayan rêxistina sûc a navneteweyî ya Komara Tirkiyeyê MÎT e ku hewl dide gav bi gav Îraqê dagir bike û şaxa wê ya li Kurdistanê Parastin e.

Ji xeynî kiryarên li dijî Komara Tirk a ku hewl dide Îraq û Başûrê Kurdistanê dagir bike, ti têkiliya me bi tu bûyer û çalakiyan re nîne.

Hemû Îraqî û Kurd dizanin ku aktorê sereke yê êrîşên li ser aramî û ewlehiya Iraqê dewleta Tirk a dagirker e.”

KCKyê di dawiya daxuyaniyê de bangî Îraqê kir ku li hemberî rênimayên MÎTa Tirkiyeyê kiryarên rast eşkere bike

 

Rudaw

Top