• Tuesday, 18 June 2024
logo

Koma Niştiman li Fransayê 3 konser li dar xistin

Koma Niştiman li Fransayê 3 konser li dar xistin

Bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê Koma Niştiman a muzîkê li Fransayê 3 konser li dar xistin.

Koma Niştiman bi projeyên xwe yên yekem û duyem beşdarî 50 festîvalên muzîkê yên navneteweyî bûye.

Koma Niştiman bi projeya Newrozê di navbera 5-7ê Hezîranê de li Fransayê 3 konser li dar xistin. 

Di gera hunerî ya Fransayê de konser li salonên operayê yên bajarên Oyonnax, Nantes û Perigueuxê hatin pêşkêşkirin.

Projeya sêyem a Koma Niştiman bi navê "Newroz" û bi navê "Nîşman 3" jî tê naskirin.

Projeya Newroz sala 2022an hatiye amadekirin

Koma Niştiman projeya Newrozê sala 2022an derxistiye, projeya yekem sala 2013an û ya duyem jî sala 2013an de hatiye derxistin.

Hejar Zehawî hem berpirsê komê ye û hem li erbanê dixe. Eyûb Elî wekî stranbêj, Goran Kamil wekî bestekar û ûdî di komê de ye.

Robîn Vasî jî di komê de li ser enstrûmanên rîtmîk kar dike. Mîlad Mihemedî jî tarjen û Mistefa Talib jî kemanjen e.

Her wiha Ertan Tekîn jî bilûrvan e û di komê de li ser enstrûmanên nefesê kar dike.

Piştî guhdarîkirina muzîk û stranên Kurdî yên Koma Niştiman temaşevan kêfxweş bûn û çepik ji komê re lê xist.

Hinek ji beşdaran piştî konseran berhemên komê kirîn û endamên komê berhemên xwe ji bo hunerhezan îmze kir û bi hunerhezan jî re wêne kişand.

Nivîskar û rojnameger Soran Neqşbendî jî di gera hunerî de bi komê re bû.

Armanca komê ew e ku muzîka Kurdî bi cîhanê bide naskirin.

 

Rudaw

Top