• Tuesday, 18 June 2024
logo

Hejmara nû ya Kovara Kurdeçîrokê derket

Hejmara nû ya Kovara Kurdeçîrokê derket

Hejmara şeşan a Kovara Kurdeçîrokê derket.

Kovara Kirdeçîrokê şeş mehan carekê derdikeve û di her hejmarê de çîrokên kurdî, nivîsên krîtika li ser çîrokê, wergerê çirokên ji wêjeya cîhanê yên nûjen û klasîk cih digirin.

Hejmara 6an a Kurdeçîrokê niha li ber destê xwînerên xwe ye.

Di vê hejmara Kurdeçîrokê de jî çîrokên Fatma Savci, Kenan Soylemez, Golî Tereqî, Jana Ba, Evdal Baqî, Îrfan Amîda, O. Henry, Behçet Çelîk, Emînê Botî, Dawid Aram, G. De Mapassant, Ruhşen Dogan Nar hene.

Di vê hejmarê de Xezal Redkanî hevpeyvînek bi Rizgar Elegez re kiriye.

Çirokên O. Henry Behçet Çelîk Dawîd Aram, Maupassant bi wergera Kurdî di vê hejmarê de hatine bicihkirin.

Dilawer Zeraq jî bi nivîsa xwe ya bi navê Çîrokên Antîparantez hîn pirsên bal kêş dipirse û dinirxîne.

Nivîsa Flannery O`Conner a bi navê Nivîsandina Kurteçîrokan jî ji bo çîroknûs û kesên bi çîrokan re eleqedar in nivîseke bi kêrhatî ye.

 

Rudaw

Top