• Sunday, 23 June 2024
logo

Aynur Dogan: Ez bêriya zaroktiya xwe, dapîra xwe û çiyayên Dêrsimê dikim

Aynur Dogan: Ez bêriya zaroktiya xwe, dapîra xwe û çiyayên Dêrsimê dikim

Hunermenda navdar a ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Aynur Dogan got, “Ez bêriya zaroktiya xwe, dapîra xwe û çiyayên Dêrsimê dikim.”

Hunermenda navdar Aynur Doganê bi deng û şêwaya xwe ya taybet, ne tenê di nav Kurdan de herwiha li cîhanê jî deng vedaye.

Aynur Dogan hat Herêma Kurdistanê û wê li bajarê Zaxo û Soranê du konser li dar xistin.

Aynur Doganê li ser Keleha Hewlêrê di hevpeyvînekê de ji Dilbixwîn Dara re bi dilêkî vekirî behsa huner û jiyana xwe kir.

Hunermeda ji Dêrsimê destpêkê diyar kir gelekî kêfxwş e ku hatiye Herêma Kurdistanê û wê li vê derê hest bi azadiyê kiriye.

Aynur Doganê amaje bi wê yekê kir ku ew dixwaze li hemû bajarên Kurdan konseran bide û ji hemû bajarên Kurdan li Herêma Kurdistanê ji Amêdiyê hez dike û dê biçe wê derê bibîne.

“Li Kurdistanê dilê min nû bû”

Hunermenda navdar di destpêka hevpeyvînê de li ser serdana xwe ya Herêma Kurdistanê wiha got:

“Li Kurdistanê dilê min nû bû. Ev der warê bav û kalên me ne. Divê mirov li welatê xwe dîsa dilê xwe tiji bike.

Ez sala 2005an jî hatibûm Kurdistanê lê niha gelekî xweştir bûye.”

Aynur Doganê eşkere kir dengê wê dengê gelê Kurd û birîna Kurdan e û bi taybetî birîna Dêrsimê ye.

Hunermenda Kurd derbarê jiyana û malbata xwe got, “Em ji Dêrsimê ne û navê gundê me Doxkan e.

Niha jî ez li gel malbata xwe her tim bi Kurdî diaxivim. Ez heta 10 saliya xwe li gund bûm.

Pezê me hebû. Em havînan diçûn zozanên li Çiyayê Munzurê. Ew der gelekî xweş in.

Barzan û Rewandiz jî bi çiya, daristan û avên xwe dişibin Dêrsimê. Min nexwest ez ji wê derê vegerim.”

“Xeyalên min bûne rastî”

Aynur Doganê di beşeke din a hevpeyvînê de da zanîn ku ew ew xwe li ser sehnêyê azad dibîne û got:

“Her tim xeyala min bû ez li derveyî welat konseran bidim.

Min dixwest huner û muzîka Kurdî li cîhanê belav bikim. Xeyalên min bûne rastî.

Ez bi kesên biyanî re dixebitim û ew jî dixwazin bi min re bixebitin. Biyanî li min guhdar dikin û ji dengê min hez dikin.”

“Muzîka Kurdî kevn û bikok e”

Aynur Doganê destnîşan kirk u muzîka Kurdî kevn û bikok e û wê ew yek ferq kiriye û di wî warî jî de xebitiye.

Doganê amaje bi berawirdî û nêzîkahiya muzîka Kurdî û biyanî jî kir û wiha got:

“Ez Kurd im û êşên min jî bi Kurdî ne”

“Mirov dikare di muzîka Kurdî her cure muzîkê bi kar bîne. Min bi hunermedên cazê, muzîka klasîk û folkê re gelek tişt çêkirin.

Min xwest muzîka gelêrî ya Kurdî û muzîka modern bînim ba hev

Min ferq kir ku tu dikarî muzîka Kurdî bike caz, bikî folk, blues û her cureyên din ên muzîkê.

Ez Kurd im û êşên min jî bi Kurdî ne. Ez stranên xwe bi hestên xwe dibêjim.”

“Birînên wan derbasî me jî bûne”

Aynur Doganê li ser Komkujiya Dêrsimê û bandora wê ya li ser wê û malbatê xwe jî eşker kir ku malbata wê qet nediwêriya behsa Komkujiya Dêrsimê bike.


“Birînên wan derbasî me jî bûne”

Doganê behsa serpêhatiyên xwe yên bi çîrokên Dêrsimê jî kir û wiha got:

“Me gelek jcaran i mezinên xwe dipirsî, bê ka çi bûye ji me re behs bikin lê wan nediwêriya bersivê bidin.

Dema min pirsa Dêrsimê ji pîrika xwe dikir, ew hêrs dibû. Birînên wan derbasî me jî bûne.

Bi me de dixeyidîn, wan ji me re digot, ‘Ma qey kareki te yê din ninê?!’

Ez niha bêriya zaroktiya xwe, dapîra xwe û çiyayên Dêrsimê dikim. Zarokatiya min li çiyayan derbas bû.

Xwezî dapîra min sax bibe, min dê pirsên xwe ji wê bikira.”

“Dengê dayîka min gelekî bandor li ser min kir”

Aynur Doganê bi zelalî diyar kir jî kir ku dengê dayîka wê bandor li ser wê kiriye û got:

“Dengê ti kesî wekî yê wê tesîr li min nekiriye. Eger derfet heba dê dayîka min bibûya hunermendeke navdar. Dengê wê pir tije hest e.”

Aynur Doganê li ser destpêka jiyana xwe ya hunerê jî wisa got:

“Min li gund di zaroktiyê de distira. Sala 1994an hatim Stenbolê. Sala 1995an min got ez dixwazim bibim hunermed. Ez beşdarî kursên muzîkê bûm.

Sala 2004an bi strana Keça Kurdan hatim naskirin û navdar bûm.

Ji ber şohretê mirov hinek caran xwe azad nabîne.

Di şohretê de ya xweş hezkirin e û ew jî dermanê mirovan e.”


“Ez li dengbêjan gelek guhdarî dikim”

Doganê wiha bersiv da pirsa Dilbixwîn Dara ya bi şiklê, “Bandora dengbêjan a li ser hunera te heye û tu li kîjan dengbêjan guhdarî dikî?”:

“Xelateke min hebe ez dê bidim dengbêjan. Ez gelekî li dengbêjan guhdarî dikim û min gelek stranên dengbêjiyê gotine.

Ez li Şeroyê Biro, Şakîro, Kawîs Axa, Xana Zazê û Meryem Xan guhdarî dikim.

Herî zêde ji strana Hey Dilberê û Dêrsimê hez dikim. Li Dêrsimê jî hozanên taybet ên Dêrsimê hene. Wan hemûyan muezîka me afirandiye. ”

“Min muzîka Kurdî û ya modern li hevdû guncandin”

Aynur Doganê behsa karê xwe yê bi muzîkjenên bi biyanî jî re kir û da zanîn ku wê ferq kir ew dikare muzîka Kurdî bi cureyên muzîkên folk, jaz, klasîk, pop û rockê re biguncîne.

Aynur Doganê behsa konserên xwe yên li Ewropayê jî kir û wiha got:

“Min muzîka Kurdî û muzîka modern li hevdû guncandin. Muzîka Kurdî bi her stîlê dikare were gotin.

Di xebatên xwe yên bi muzîkjenên biyanî re min ev dît.

Min bi hunermendên jaz û yên din re gelekî kar kir û li Amerîkayê, Ewropayê, Sîngapûrê û gelek welatên din konser dane. “

Aynur Doganê di berdewamiya axaftinê xwe jî de behsa ferqa xebata bi hunermendên biyanî û yên Kurd jî kir.

Li gorî gotina Aynur Doganê, siyaset û rewşa Kurdan nahêlê hunermendên Kurd bi tenê li hunerê bifikirin. Siyaset û rewşa civakê bandorê li ser hunermendên Kurd dikin.

Aynurê Doganê di beşekê din a hevpeyvînê de ji Dilbixwîn Dara re diyar kir ku eger tembûra xwe datîne û dema wê hebe li malê bi hunera dîzayn û çêkirina resman re mijûl dibe.

Doganê da zanîn ku ew gelekî ji çêkirina xwarinê jî hez dike û bi piranî xwarinên Dêrsimê hez dike û wan xwarinan çêdike.

“Ez dixwazim li hemû bajarên Kurdan konseran bidim”

Hunermenda serkeftî pirsa Dilbixwîn Dara ya bi rengê, “Aynur tu dixwazî li kîjan bajarê Kurdistanê konsereke mezin bidî?” jî wiha bersivand:

“Dixwazim li hemû bajarên Kurdistanê konserên mezin bidim. Li Rojhilatê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê li hemû bajaran....

Ez dixwazim rojekê herim Rojavayê Kurdistanê û ez dixwazim Urmiye û Mehabadê jî bibînim.

Aniha li Herêma Kurdistanê me, dixwazim Amêdiyê bibînim ez dê biçim Amêdiyê bibînim.

Ez ji Wanê, Amedê û Cizîrê pir hez dikim. Rastiyê nibêjim ez ji hemû bajarên Kurdan hez dikim. “

Aynur Doganê herî dawî da zanîn ku çend projeyên wê yên mezin ên di asta navneteweyî de hene û îsal dê li ser wan kar bike.


Aynur Dogan kî ye?

Hunermenda Kurd, Aynur Dogan sala 1975ê li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Sala 1992yan diçe Stenbolê û li wê derê muzîkê bi awayekî akademîk dixwîne, herwiha sala 2002yan yekemîn albuma xwe ya bi navê “Seyir” belav dike.

Aynur herî zêde bi strana Keça Kurdan tê naskirin.

Aynur albuma Keça Kurdan sala 2004an belav dike û pişte jî albumên Bahar, Miraz û Nûpel belav dike.

Hunermend Aynur, sala 2010an jî albuma Rewend û sala 2013an jî albuma Hevra ku ji aliyê dezgeha Sony Music ve hatin berhemanîn, belav kirin.

Sala 2016an Hawniyaz, sala 2020î Hedûr û herî dawî jî albuma Rabe belav kirin.

 

Rudaw

Top