• Wednesday, 26 June 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Serê Şêx Nehro Kesnezanî û malbata wî sax be

Nêçîrvan Barzanî: Serê Şêx Nehro Kesnezanî û malbata wî sax be

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji rêberê terîqeta Kesnezanî ya Qadiriyan Dr. Şêx Nehro Kesnezanî re xwest.

Mihemed Nehroyê kurê mezin ê Dr. Şêx Nehro îro wefat kiribû.

Nêçîrvan Barzanî di peyameke de ragihand ku ew sersaxiyê ji birêz Şêx Nehro Kesnezanî û malbata wî re dixwaze.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe jî de wiha got:

“Di vê xemgîniya mezin de dilê min bi wan re ye. Ez ji Xwedê dixwazim silametî û seirê bide her kesî û ruhê merhûm jî bi dilovaniya xwe şad bike.”

Şêx Elî Kesnezaniyê pismamê Şêx Nehro Kesnezanî îro ji Rûdawê re eşkere kir ku kurê mezin ê Şêx Nehro doh êvarî dema serê xwe dişo li hemamê dikeve û bi giranî birîndar dibe.

Mihemed Nehroyê vediguhêzin nexweşxaneyê lê îro li nexweşxaneyê ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest dide.

Şêx Elî Kesnezanî da zanîn ku Mihemedê kurê Şêx Nehro 18 salî bûye û dê li Silêmaniyê taziye were danîn.

Top