• Thursday, 27 June 2024
logo

13 kes ji ber şewata mezin canê xwe ji dest dan

13 kes ji ber şewata mezin canê xwe ji dest dan

Di navbera Amed û Mêrdînê de şewateke mezin çê bûye.

Li gor çapemeniya Bakûrê Kurdistanê duhê di encama operasiyoneke leşkerî de li Amedê şewateke mezin li navçeya Xana Axper û navçeya Mazîdag ya Mêrdînê de, şewateke gelek mezin çû bûye.

Hate zanîn ku, heta niha herî kêm 13 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 40 kesên din jî birîndarin.

Her çend hêzên hawar hatinê mişxûlî vemirandina agirê bin jî, lê jiber kemterxemiya rayedaran û rê nedana artêşa Tirkiyeyê şewat hîn jî berdewame û artêşa Tirkiyeyê rê nade gundî û şêniyên deverê agirê vemirinên.

Jiber vê şewata han rûbereke zêde ji dexil û danên şêniyên wan deveran jî şewitîne.

Top