• Sunday, 23 June 2024
logo

Hunermendê navdar piştî ku bîhîst hevjîna wî koça dawî kiriye, bixwe jî dawî bi jiyana xwe anî

Hunermendê navdar piştî ku bîhîst hevjîna wî koça dawî kiriye, bixwe jî dawî bi jiyana xwe anî

Hûnermendê peykersaz, grafîk û plastîkê Ben Vautier ê Fransî piştî bîhîst ku hevjîna wî û hevala wê ya 60 salan koça dawî kiriye nekarî li hember wê xwe ragirê. Hunermendê ku bi nêzîkatiya xwe ya bê xem ango nenîgeran ve tê naskirin û li cîhanê bi nav û deng piştî nûçeya koça dawî ya hevjîna xwe di temenê xwe yê 88 saliyê de dawî bi jiyana xwe anî.

Cîhan hemû li ser mirina hunermendê navdar ê Fransî Ben Vautier diaxive û vê derbarê de malbata wî hunermendê navdar ragehand, di hunera modern û hemdem de ku ji hunerê re wek nenîgeran tê naskirin, piştî mirina hevjîna xwe çend demjimêran, di temenê xwe yê 88 salî de wî jî jiyana xwe ji dest daye.

Hevjîna hunermendê navdar çend roj berî naha felç derbas kiribû û piştre jî jiyana xwe ji dest da. Malbata hunermend vê derbarê de ragehand: ‘’Ben Vautier nekarî bê hevjîna xwe jiyan bike û bê wê jiyanê re bêdil bû û piştî çend demjimêr mirina hevjîna xwe li başûrê Fransayê di mala xwe de dawî bi jiyana xwe anî.’’

Hunermendê bi eslê xwe Swîsreyî yê Fransî Benjamin Vautier ku wek Ben Vautier tê naskirin û sala 1960ê de li gel hevjîna xwe zewicîbûn û 2 zarokên wan hebûn.

 

Basnews

Top