• Thursday, 27 June 2024
logo

Kerkûk nêzî civînê dibe û Diyala li bernaberî helweşandinê ye

Kerkûk nêzî civînê dibe û Diyala li bernaberî helweşandinê ye

Ev zêdetirî şeş mehan e ku hilbijartinên encûmenên parêzgehên Îraqê hatine kirin lê heta niha aliyên serkeftî yên hilbijartinan di pêkanîna hikûmetên xwecihî de li her du parêzgehên Kerkûk û Diyalayê serkeftî nebûne.

Biryar e li van nêzîkan Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civîna xwe ya yekê ji bo parvekirina postan bike, lê hejmareke aliyên siyasî yên Diyalayê bizavê ji bo tomarkirina skalayan li Dadgeha Federalî ji bo helweşandina Encûmena Parêzgeha Diyalayê dikin.

Civîna yekê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ku biryar bû li roja 01.02.2024ê hatiban kirin lê ji bo 05.02.2024ê hat paşxistin. Di wê rojê jî de jî, bi tevlîbûna endamên Kurd û kutaya Kiristiyanan ku heşt endam in, encûmena hilbijartî ya parêzgeha Kerkûkê civîna xwe ya yekê kir lê ji ber berhevnebûna endamên Ereb û Tirkmen ew rûniştin ji bo demeke nediyar hat paşxistin.

Dengdanên taybet û giştî li rojên 16 û 18 yên Berçileya 2023ê li parêzgeha Kerkûkê hatin kirin. Li dû amarên komisyonê, rêjeya tevlîbûna dengderan li parêzgeha Kerkûkê gehişt 66%, tevî ku ji ber arêşeyên amûrên dengdanê û nexwandina şûntiliyan û kartên dengdanê bi hezaran welatiyên Kurd ên wî bajarî ji dengdanê bêpar bûn.

Serokê Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Dadwer Omer Ehmed roja 21.12.2024ê ragehand, Encûmena Komisyarên Komisyona Hilbijartinan a Îraqê encamê hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê pejirand.

 

K24

Top