• Thursday, 27 June 2024
logo

Heca îsal: Heta niha 23 heciyên ji Başûrê Kurdistanê wefat kiriye

Heca îsal: Heta niha 23 heciyên ji Başûrê Kurdistanê wefat kiriye

Îro hat piştrastkirin ku 4 heciyên din ên ji Başûrê Kurdistanê li Mekeyê wefat kiriye û hejmara heciyên ji Başûrê Kurdistanê yên ku li Hecê wefat kiriye gihîştiye 23 kesan.

Navê wan heciyên ku wefat kiriye Xalîde Ebas, Hecî Ezîz, Safiya Tahir û Hecî Azad e.

4 malbatên heciyên ji Herêma Kurdistanê hatin agahdarkirin ku xizmên wan li Erebistana Siûdiyê wefat kiriye.

Xalîde Ebas ji navçeya Kifriyê ya girêdayî Germiyanê ye.

“Ti nexweşiyeke dayika min tunebû”

Mihemed Îkramî kurê Xalîde Ebasê ji Rûdawê re got:

"Dayika min roja yekem a Cejna Qurbanê winda bûbû û haya me jê tunebû.

Em îro hatin agahdarkirin ku wê beriya bi 2 rojan wefat kiriye û li Erebistana Siûdiyê hatiye veşartin."

Xalîde Ebas 57 salî bûye û ji bo ferzên Hecê bi vîzeya geştyariyê çûbû Erebîstana Siûdiyê.

Li gorî gotina Mihemed Îkram, rewşa dayika wî baş bûye û ti nexweşiyên we tunebûne.

Yek ji wan malbatên hatiye agahdarkirin jî malbata Hecî Azad Hewdîyan e.

Hecî Azad Hewdiyanî şêniyê Soranê ye û ew jî wekî Xalîde Ebasê roja ewil a cejnê wenda bûbû.

Li gorî zanyariyên malbatê Hecî Azad li Mekeyê hatiye veşartin.

Malbata Hecî Ezîz Îbrahîmê xelkê taxa Benislawayê ya Hewlêrê jî hatiye agahdarkirin ku Hecî Ezîz li Hecê wefat kiriye.

Aqûbeta Hecî Ezîz Îbrahîm jî wekî ya heciyên din ê Kurd bûye.

Cenazeyê Hecî Ezîz hat dîtin

Hecî Ezîz di yekem roja Cejna Qurbanê de li Mekeyê winda bûbû. Li gorî zanyariyan îro cenazeyê Hecî Ezîz jî hatiye dîtin.

Heciya bi navê Safiya Tahir jî roja yekem a cejnê winda bûbû.

Merivên Hecî Safiya Tahirê ji Rûdawê re da zanîn ku Hecî Safiyayê wefat kiriye û bi awayekî demkî cenazeyê wê li Mekeyê hatiye veşartin.

Berdevkê Şandeya Heciyên Herêma Kurdistanê Rojgar Cefer ji Rûdawê re da zanîn ku dê heciyên Herêma Kurdistanê yên bi rêya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî çûne Hecê 24ê Hezîranê dest bi vegera Herêma Kurdistanê bikin.

Heciyên ji Herêma Kurdistanê 24ê Hezîranê dê vegerin

Li gorî gotina Rojgar Cefer, karwanê yekem ê heciyên Herêma Kurdistanê dê bi roj li Balafirgeha Hewlêrê dakeve û êvarê jî dê karwanekî din li Balafirgeha Silêmaniyê dakeve.

Rojgar Cefer amaje bi wê yekê kî kir ku heta 30ê Hezîranê hemû heciyên Herêma Kurdistanê dê vegerin.

Îsal nêzîkî 39 hezar kes ji Îraqê ji bo Hecê çûne Erebistana Siûdiyê.

Ji Herêma Kurdistanê jî îsal 4 hezar û 685 kes çûne Hecê.

Herwiha tê texmînkirin ku li Herêma Kurdistanê 10 hezar kes jî bi vîzeya geştiyariyê çûne Hecê.

 

Rudaw

Top