• Sunday, 21 July 2024
logo

Aydin Marûf: Pêkhate daxwaza mafê vetoyê û zêdekirina kursiyên xwe dikin

Aydin Marûf: Pêkhate daxwaza mafê vetoyê û zêdekirina kursiyên xwe dikin

Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Marûf piştî civîna li gel rêxistinên civaka sivîl ên pêkhateyên etnîkî û olî di konferanseke rojnamevanî de got: “Pêkhate daxwaz dikin ku mafê wan yê vetoyê di vê xula Parlamentoya Kurdistanê de hebe û yasaya hilbijartinan were sererastkirin û kursiyên pêkhateyan bibe 15 kursî.”

Aydin Marûf got: “Beşek ji pêkhateyan dê li derveyî sîstema kotayê beşdarî hilbijartinan bibin. Hin jî wek karvedan li hemberî sîstema ku ji bo kursiyên kotayê yên pêkhateyan hatiye danîn, hilbijartin boykot kirin, ku wan berê jî ragihandibû, 5 kursî ji bo kotaya pêkhateyan pir hindik in û dabeşkirina wê li ser bingeha erdnîgarî xelet e û pêştir şêwir bi pêkhateyan re li ser vê pirsê nehat kirin.”

Herwiha got: “Ew weke Wezîrê Pêkhateyan ji nêzîk ve rewşa pêkhateyên neteweyî û olî dişopînim. Ew li Herêma Kurdistanê wek pêkhateyeke neteweyî beşdarî hilbijartinan dibin, lê li Iraqê li ser bingeha olî beşdar dibin.”

Diyar kir jî: “Civîna îro ya bi pêkhateyan û rêxistinên civaka sivîl ên pêkhateyan re şêwirî bû. Emê berdewam bin li ser civînên şêwirdarîyê û em ê nêrîn û pêşniyaran di çarçoveya raportê de pêşkêşî aliyên peywendîdar bikin, ji bo baştir piştevaniya pêkhateyên Herêma Kurdistanê bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû awayî piştevaniya mafên pêkhateyan kiriye û encamên hewlên hikûmetê jî, di vê yekrêzî û pêkvejiyana pêkhateyên Kurdistanê de xuya dike ku di asteke bilind de ye.”

Herwiha got: “Di vê civînê de çalakvanên pêkhateyan hemû hevdeng bûn ku divê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bi beşdariya hemû aliyên siyasî û pêkhateyan were lidarxistin.”

Aydin Marûf dîyar kir, pêkhate tekezî li ser wê yekê dikin ku divê di xula nû ya Parlamentoya Kurdistanê de yasaya hilbijartinan were sererastkirin û kursiyên kotayan bên zêdekirin.

Got jî: “Em kar ji bo yekê dikin ew 5 kursiyên kotayê di hilbijartineke din de, bibin 15 kursî, ku 11 kursî ji bo pêkhateyên neteweyî û 4 kursî jî ji bo pêkhateyên olî bin. Weke mînak girîng e ku  nûnerên Êzidî û Şebek li Parlamentoyê hebin.”

Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan got jî: “Li Iraqê, sîstema kota ya pêkhateyan nekariye serkeftî be, ji ber vê yekê em baş dibînin ku nûnerên pêkhateyan di xula bê ya parlamentoyê de mafê wan ê vetoyê hebe, ji bo zêdetir li ser mafên pêkhateyan rawestin.”

Aydin Marûf got jî: “Em bang li hemû aliyên siyasî dikin ku destêwerdanê di maf û karûbarên pêkhateyan de nekin, ji ber ku pêkhate piştevaniya ti aliyekî li hember aliyekî din nakin, lê dixwazin bibin faktereke baş bo bihêzkirina peywendiyan.”

 

K24

Top