• Saturday, 20 July 2024
logo

Xwepîşandanên Îraqê dîsa destpê kirin

Xwepîşandanên Îraqê dîsa destpê kirin

Li Parêzgeha Dîwaniye xwepîşandaneke mezin hatiye organîzekirin.

Xwepîşandanên şêniyên başûr û naverasta Îraqê yên li dijî nebûna xizmetgozariyan ku, ji meha Hezîranê ve destpê kiribûn, piştî çend rojek westan dîsa destpê kirin.

Di vê çarçoveyê de îro li parêzgehên Dîwaniye û Besreyê xwepîşandanên girseyî dijî hikûmet, wezareta elektirîkê û kompaniyên dabeş kirina elektirîkê hatin organîzekirin.

Xwepîşander ji nebûna elektirîk û xizmetgozariyan dilgiranin û tekez li ser vê yekê dikin ku, heta daxwazên wan neyên cîhbicîh kirin vê li ser xwepîşandanên xwe berdewam bin.

Top