• Sunday, 21 July 2024
logo

Hevserokê DEM Partiyê: Ma heta kengî dijminatiya Kurdan?

Hevserokê DEM Partiyê: Ma heta kengî dijminatiya Kurdan?

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku Tirkiye bombeyên 10 qat ji yên ku Îsraîl diavêje Xezeyê mezintir diavêje ser xelkê Herêma Kurdistanê”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiya xwe derbarê mijarên di rojevê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Bakirhan behsa operasyonên Artêşa Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Di demekê de Tirkiye di nav hejariyê de dijî budçeya xwe bo şerê li dijî Kurdan bikar tîne.”

“Çima hûn destê aştiyê dirêjî Kurdan nakin?”

Tuncer Bakirhan amaje bi wê yekê da ku Serokkomarê Tirkiyeyê di serî de Îraq, Îran û Sûriye dixwaze peywendiyên xwe ligel her welatekî baş bike û ji bo vê yekê rojane banga diyalogê dike û got:

"Em ne li dijî vê yekê ne. Bila hûn û Esed li hev bên lê çi sûcê Kurdên li Efrînê heye?

Çima hûn destê aştî û diyalogê dirêjî Kurdan nakin."

“Tu bi çi mafî li derveyî sînorên xwe gundên Kurdan vala dikî”

Hevserokê DEM Partiyê ragihand Artêşa Tirkiyeyê li navçeyên Herêma Kurdistanê wekî salên 90î li Başurê Kursdistanê dest bi valakirina gunda kiriye û li wan gundan binkeyên serbazî ava dike û got:

"Tu kî yî û li çi digerî. Tu bi çi mafî li cografyayeke derveyî sînorên xwe gundên Kurdan vala dikî û qereqolan çêdikî?"

“Ma heta kengî dijminatiya Kurdan?”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha axivî:

“Em ji vî eqlê dagirker dipirsin. Ma heta kengî dijminatiya Kurdan?

Dê dijminatiya Kurdan çi bi we bide qezenbckirin?

Li şûna hûn li ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê kar bikin heta kengî hûn dê binkeyên leşkerî û qereqolan ava bikin?

Hûn dê heta kengî li ser şandina zarokên hejar ên vî welatî ji bo şerê li çiya û cografyeya Kurdan berdewam bin?

Em dê berdewam vê pirsê bipirsin. Doh me hemûyan temaşekir û we jî temaşe kir.

Erdogan li Qibirisê di axaftineke xwe de got em ji bo lihevkirin, çareserî û aştiya daîmî ya li Qibrisê amade ne.

Dibêje me heta niha ti destek ku ji bo çareseriyê hatibe dirêjkirin vala venegerandiye.

Baş e ji bo Şamê destê çareseriyê, ji bo Îraqê destê çareseriyê, ji bo Yunanistanê destê çareseriyê bêguman bila bibe.

“Dema mesele hat ser Kurdan tank û topan dişînin”

Bila li her derê çareserî bibe lê dema mesele hat ser Kurdan li Herêma Federal a Kurdistanê wekî ku li Rojava jî dikin çima tank û topan dişînin.

Çima qet çareserî ji bo Kurdan nîne? Çima ew destê çareseriyê yê ku Kurd dirêj dikin qet nagire?

Ma Kurd hewqasî dijmin in? Divê em vê polîtîkayê teşhîr bikin.

Hûn dikarin ligel Esed li hev bên û destê çareseriyê dirêj bikin lê ma çi sûcê Kurdên li Efrînê heye?

Ma çi sûcê wan kesên li Amêdiyeya Herêma Federal a Kurdistanê dijîn heye?

“Ji bombeyên Îsraîlê mezintir li Amêdiyê barandin”

Berî çend rojan ew bombeyên ku Îsraîlê avêtine Xezeyê deh qat ji wan mezintir li ser kesên li gundên Amêdiyê û derdora wê dijîn hatin barandin.

Daristan tên şewitandin, xweza tê têkdan û mirov tên kuştin.

Wekî salên 90î gundên ku li Kurdistanê dihatin valakirin îro bi heman awayî li Herêma Federal a Kurdistanê tên valakirin.

Tu kî yî û li çi digerî? Tu bi çi mafî li cografyayeke derveyî sînorên xwe gundên Kurdan vala dikî û qereqolan çêdîkî?"

 

Rudaw

Top