• Monday, 22 July 2024
logo

Konsulê Giştî yê Urdinê: Bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî peywendiyên me bihêztir bûn

Konsulê Giştî yê Urdinê: Bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî peywendiyên me bihêztir bûn

Konsulê Giştî yê Şanişîna Urdinê li Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragehand, “Piştevaniyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyên Urdin û Herêma Kurdistanê ji hemî aliyan ve ber bi pêş ve birine.”

Konsulê Giştî yê Şanişîna Urdinê li Herêma Kurdistanê Fuad Mecalî di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re eşkere kir, “Yadaşt û hevfêmkirinên baş di navbera Wezareta Xwandina Bilind û zanîngehên her du aliyan de hene û di tevaya waran de derfeta lihevguhertinê bi xwendekaran tê dan.”

Fuad Mecalî herwesa ragehand, “Ev cara yekê ye ku 23 zanîngehên Urdinî tevlî Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê dibin, tevlîbûna me ji ber serkeftina hevdîtina Kurdistanî-Urdinî bû ku bi piştevanî û çavdêriya Rêzdar Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat kirin.”

Navbiirî amaje jî da, “Vê hevdîtinê peywendiyên navbera Wezareta Xwandina Bilind û zanîngehên her du aliyan mukomtir kirin. Armanca me zêdetir mukomkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re ne. Çi tişt jî hind dilê me xweş nakin hindî ku xwendekarên Herêma Kurdistanê li zanîngehên Urdinê bixwînin.”

Konsulê Giştî yê Şanişîna Urdinê di pareke din a gotinên xwe de ragehand, “Em gelek spasiya bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin ku herdem piştevanê bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Urdinê ji hemî aliyan ve ye.”

 

K24

Top