• Monday, 22 July 2024
logo

Şewata daristanên Loristanê didome

Şewata daristanên Loristanê didome

Xelk bi destê xwe hewl bo temirandina agirê dide.

Ev çend roje agireke mezin ber bûye daristanên Loristanê li Rojhilatê Kurdistanê.

Rixmî derbas bûna çend rojan bi ser vê şewatê re, lê heta niha rejîma Îranê û aliyên têkildar yên rejîmê bi ti awayî hewl bo temirandina agirê nedane lewre xelk û jîngehparêzên Loristanê xwe bi destên xwe û bêyî her cure amûreke pêşkeftî hewl bo temirandina agirê didin.

Li gor zaniyariyên berdest ji destpêka îsal ve heta niha bi giştî 200 car agir bi daristanên Loristanê ber bûye û piraniya wan jî bi zanebûn bûne.

Top