• Wednesday, 03 July 2024
logo

Hewlên erebkirina herêma Efrînê berdewam in

Hewlên erebkirina herêma Efrînê berdewam in

Hewlên guhertina demoxrafî û erebkirina herêma Efrînê berdewam in, ku bi awayekî berdewam penaberên Sûrî yên ku ji aliyê Tirkyê ve têne dersînorkirin, li herêma Efrînê têne bicihkirin.

Çîroka malbata Mihemed Elî jî belge ye li ser proseya erebkirina Efrînê ye. Mihemed Elî piştî 3 salan ji penabertiya li Tirkiyeyê, ji wî welatî hatiye dersînorkirin û niha li Efrînê hatiye bicihkirin. Mihemed dipire ji bo çi ew li Efrînê hatiye bicihkirin û ne li bajarê xwe Idlibê?!

Koçber Mihemed Elî ji K24ê re got: “Dema ku ez dersînor kirin, ez li Efrînê bicih kirim. Ez ne ji Efrînê me, ez ji bajarokê Meeret El-Nûman yê Idlibê me. Rewşa me li vir gelek zehmet e, em penaber bûn û niha jî em koçber in.”

Li kampên Efrînê Efrînê, hejmarek mezin ji penaberên ku ji Tirkiyeyê tên dersînorkî, hatine bicihkirin, ku piraniya wan xelkê parêzgeha Idlib, Heleb û Dêrazorê ne.

Koçber Xalid El-Ehmed: “Ez li Stenbolê bûm, dema ez diçûm karê xwe, ez bi zorê dersînorî Efrînê kirim, ti kesî min li Efrîn nîne, bi rastî rewşa min zehmet e.”

Koçber Hemîda Salim: “Em dixwazin vegerin bajarê xwe, bi tenê ev daxwaza me ye, 12 salan ez ji bajarê xwe dûr ketime, dixwazim min vegerînin bajarê min.”

Ji ber dagirkirina bajarê Efrînê zêdetir ji 300 hezar kurdên Efrînê koçber û penaber bûne, li hemberê jî zêdetir ji 35 komelgehên niştecîbûnê hatine avakirin û erebên naçeyên din ên Sûriyeyê tê de hatine bichikirin.

 

K24

Top