• Saturday, 29 June 2024
logo

Sûriye çapemeniya Tirkiyeyê direwand

Sûriye çapemeniya Tirkiyeyê direwand

Dibêje helwest û siyaseta Sûriyeyê nehatiye guhertin.

Piştî belav kirina nûçeya hevdîtina navbera şanda Tirkiye û Sûriyeyê li navenda leşkerî ya Himeymîmê ji aliyê çapemeniya Tirkiyeyê ve, rojnameya Wetan ya Sûrî yaku, organê rejîmê ye jî nûçeyek belav kir.

Weten di nûçeya xwe de diyar kiriye ku, ev nûçeya çapemeniya Tirkiyeyê dûre ji rastiyê, heta niha ti civîn û hevdîtinek di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de çê nebûye, eger heta niha rejîma Sûrî anjî çapemeniya Sûrî bi fermî ev nûçeya çapemeniya Tirkiyeyê red nekiriye, jiber siyaseta rejîmê ya bersifnedayîna Tirkiyeyê ye.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku, siyaset û helwesta Sûriyeyê li hember Tirkiyeyê nehatiye guhertin û mercên Sûriyeyê hene û heta Tirkiye wan mercan cîhbicîh neke, vê Sûriye bo hevdîtin û diyalogê li gel Tirkiyeyê ti gavek navêje.

Top