Piştîwan Sadiq: 10 sale Êzidî di rewşeke giran de jiyan dikin û bi pirsgirêkên derûnî rasthatine
![Piştîwan Sadiq: 10 sale Êzidî di rewşeke giran de jiyan dikin û bi pirsgirêkên derûnî rasthatine](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240625155117_original_29.jpg )
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragehand, ev 10 sale Êzidî li kampan di rewşeke giran de jiyan dikin û daxwaz kir hemû alî hevkar bin ku rêkeftina Şingalê wekî xwe bê cîhbicîh kirin.
Îro 25.06.2024ê Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq di konferansa Laleşê ya Aştî û Pêkvejiyanê de ragehand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tişta ji dest hatiye ji bo xizmeta xwîşk û birayên Êzidî kiriye.
Herwaha got, pêwîste welatên derve jî hevkar bin ji bo peymana Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye pêkanîn, wekî xwe bê cîhbicîh kirin.
Piştîwan Sadiq got, Êzidî ev 10 salin li kampan di rewşeke giran de jiyan dikin û rastî hin pirsgirêkên derûnî, aborî û perwerdeyî hatine.
Şeşem konferansa Laleşê ya Aştî û Pêkvejiyanê li Hewlêrê birêve diçe û di wê konferansê de encam û sparte û pêşneyarên derkevin dê ji aliyan re bên pêşkeş kirin.
Basnews