• Friday, 28 June 2024
logo

Pentagon: Hebûna pêşmerge gelek girînge

Pentagon: Hebûna pêşmerge gelek girînge

Dibêje pêşmerge rê nedaye DIŞI karînên xwe zêdetir bike.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Rider di kongreyeke çapemeniyê de ragihand ku, hebûna hêzên pêşmerge li deverê de gelek girîng û bi bandore.

Pat Rider diyar kiriye ku, Amerîka li gel Îraq û hevpeymanên din yên li deverê de bihevre dixebite daku, ev hevpeyman pêşmerge jî li xwe bigirin jiber ku, pêşmerge netenê roleke girîng bo jinav birina DIŞI lîstiye, hevdem  hebûna pêşmerge rêgire li berdem pêşkeftina DIŞI û karînên DIŞI û herwiha hebûna wan hêzan sedema aramiya rewşa deverê ye.

Rider herwiha diyar kiriye ku, di pêşî girtin û rêgirî kirin ji êrîşên DIŞIê pêşmerge ji artêşa Îraqê gelek bibandortir bûye.

 

Top