• Saturday, 29 June 2024
logo

Kazagistan.. Kiçeke Kurd a yarîzana cimnastikê pileya yekê û medalyaya zêrî bi dest xistin

Kazagistan.. Kiçeke Kurd a yarîzana cimnastikê pileya yekê û medalyaya zêrî bi dest xistin

Kiçeke Kurd a yarîzana cimnastikê li Kazagistanê pileya yekê û medalyaya zêrî bi dest xistin.

Kiça Kurd a werzişvan Sofiya Babayîva di kêbirka cimnastikê de, ku li devera Almataya Kazaxistanê hat kirin, li ser astê wê deverê pileya yekê û medalyaya zêrî ya wê qehremaniyê bi dest xistin.

Nêzî 500 yarîzanên cimnastikê ji deverên cuda cuda tevlî vê qehremaniyê bûn, ku di navbera salên 2008ê û 2019ê de hatine ser dinyayê.

Qehremaniya vekirî ya devera Almataya Kazaxistanê di warê cimnastikê de li jêr çavdêriya Seroka Federasyona Leşciwaniyê ya Devera Almatayê xanima Kurd Ramîna Exmêdovna û Birêvebera Dibistana Werzişî ya Aysoluyê Nazîgul Sorançîva ve hat birêvebirin.

Sofiya li sala 2015ê hatiye ser dinyayê û li cem xanima kurd a rahêner Elfiya Ramîlîvna Exmêdova şagird e. Hizir û bernameya wê ya kitekesî ji aliyê Ramîna Exmêdova ve tê serperiştîkirin.

Pêşkêşkirina Sofiyayê bi stirana Kurdî ya xanima hunermend a Kurda Rûsyayê Zara Paşa “Keça Kurd im” hat pêşkêşkirin. Awayekî kincan jî ji wê re hatibû hilbijartin ku wekî kiincên Kurdî bû.

 

K24

Top