• Tuesday, 18 June 2024
logo

Piştî 4 salan li ser Gola Wanê geştên otobusên deryayî dest pê kir

Piştî 4 salan li ser Gola Wanê geştên otobusên deryayî dest pê kir

 Piştî 4 salan bi beşdarbûna Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal geştên otobûsên deryayê careke din dest pê kir.

Her du hevserok li gel hejmarek xelkê ji Artemêt Marinayê çûn Girava Axtamarê ku cihekî girîng ê geştyariyê ye.

“Pêwîstiya me bi yekîtiyê heye”

Hevserokê Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan got:

“Em her dem dibêjin pêwîstiya me bi hezkirinê, bi hevkariyê, hev fêmkirinê û yekîtiyê heye.

Ji ber ku ji xeynî vê ti çareyeke me nîne. Em dixwazin bi hev re û wekhev di komareke demokratîk de bijîn.

Eger wekheviyek hebe ji xwe dê aştiya civakî jî çêbibe û dê refaha jiyana xelkê me jî zêdetir bibe.”

Hevserokê Şaredariyê Abdullah Zeydan di axaftina xwe ya ligel geştyarên ku ji Stenbol û Enqereyê hatibûn de careke din bal kişand ser aştiya civakî.

“Hêviya me her aştî ye”

Abdullah Zeydan wiha pê de çû:

“Em niha li welatekî wekî bihûşt dijîn ku wekî her bajarekî wî xweşik e.

Stenbol, Trabzon, Wan, Aydin herwiha her der xweş e û tenê tişta pêwîst aramî û aştiya civakî ye.

Hêviya me her aştî ye, eger ew çêbibe dê pirsgirêkên din jî bên çareserkirin.”

Bihayê bilêtan hat erzankirin

Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Wanê ragihand ku niha 2 otobus dê heftane 3 rojan kar bikin ku her otobusek dikare 70 kesî siwar bike. 

Li aliyê din, bihayê her bilêteke geştê jî ku berê wekî 260 lîreyên Tirkî hatibû diyarkirin, hatiye kêmkirin û welatî dê bikaribin bi 180 lîreyî geşta xwe bikin.

Herwiha ji bo xwendekaran jî her bilêtek dê bi 150 lîreyên Tirkî be.

 

Rudaw

Top