• Tuesday, 18 June 2024
logo

Du xwişkên Kurd sepaneke balkêş çêkir

Du xwişkên Kurd sepaneke balkêş çêkir

Du jinên ciwan ên Kurd bi nav Evîn û Hêlînê li Almanyayê sepaneke bêhempa çêkiriye.

Ew tiştek e ku ew dibêjin mîna Spotify e lê li şûna muzîkê ji bo tiştekî din e.

Evînê wiha behsa xwe û xwişka kir:

“Em cêwî ne û li Almanyayê çêbûne û li gundekî bakurê bajarê Hamburgê mezin bûne.

Dê û bavê me ji gundê Cêlk in li nêzî Midyadê ku niha li Bakurê Kurdistanê di bin avê de maye.”

Hêlînê jî da zanîn ku ew Em li ser sepanekê dixebitin bi navê “Louco”.

Louco ji te re dibêje çi li derdora te heye û çi nîne

Evînê diyar kir ku “Louco” êdî navê sepana wan e û ji te re dibêje çi li derdora te heye û çi nîne.

Hêlînê eşkere kir ku Louco mirovan tîne cem hev û têkiliyan çêdike.

Evîn Acar û Hêlîn Acar xwediyên sepana Loucoyê li studyoya Rûdawê li Dusseldorfê mêvanên Diyasporayê bûn.

Pêşî Evînê qala sepana xwe kir û got:

“Piştî ku min û xwişka xwe zanîngeh xilas kir û lîse di watê aborî de stend, em hatin bajarê Frankfurtê û lê dimînin.

Lê pêşî me kes nas nedikir û me dixwest herin konser û boneyan lê me nizanîbû kengî ne û li ku ne, loma li gel xwişka min hizrek hat bala me ku em sepanekê çêkin ku ji te re bibêje çi li derdora te heye wekî aheng, konser, bûyer û boneyên ku li derdora te têne sazkirin, êdî me dest pê kir û çêkir.”

Dûv re Hêlînê got ku 10 hezar kes sepana wan bi kar tînin û hemû haydar dibin li derdora wan kengî bûyer, bone û konser hene.

Bi gotina wê hinek ji wan ji derveyî Almanya ne, dema diçin Frankfurtê dizanin çi heye, nemaze çalakî, ku her meh nêzîkî 1000 çalakiyên biçûk, navîn û mezin li wir li dar dikevin.

Wê herwiha got, “Niha zêdetirî 200 hezar bûyeran di sepana me de hene û me bi çar aliyan re peyman îmze kiriye ku bilêtên wan bifroşin, yek ji wan li Ewropayê ye, ku pir mezin e."

Niha herdu xwişkên cêwî hewl didin sepana xwe fireh bikin û loma çûne Amerîkayê û hewl didin sepana xwe bigihînin wir.


 

Sepan dê li Amerîkayê jî kar bike

Evînê got, “Bo firekirina sepana xwe em çûn Amerîka û bawer im paş salekê yan sal û nîveke din dê sepana me li wir kar bike”

Hêlînê got ku ew û xwişka xwe li ofîsa xwe ya taybet bi 15 endezyarên IT re dixebitin.

Malbatê piştevaniya wan kir

Hêlînê diyar kir ku divê bikarhêner sepanê daxe û bi rêya emaila xwe dikeve navê û paşê hemî bûyer, konser û boneyên ku li derdora wî hebin jê re dibêjin, herwisa taksî û rêyên gihandina kes jî li cihê xwe û heya cihê bûyer an boneyê jê re dibêje û dikare jê re biwaze.

Her du xwişkan got ku wan bi piştgiriya dê û bav û xwişk û birayên xwe karîbûn bigihîjin xewna xwe û herdem hewl didin ku karê xwe berfirehtir bikin.

 

Rudaw

Top