• Friday, 21 June 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li serpereştyarê Wezareta Derve yê Îranê kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li serpereştyarê Wezareta Derve yê Îranê kir

 Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi Serpereştê Wezareta Derve ya Îranê re dicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 14.06.2024 li Hewlêrê bi Serpereştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî re civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan di wê civînê de giringiya peywendiyên Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re li ser bingeha cîrantiya baş û berjewendiyên hevpar tekez kir, herwesa daxwaza dualî ji bo pêşxistina wan peywendiyan xasma di warê aborî û bazirganî de diyar kir.

Heman daxuyaniyê de hat gotin, Elî Baqirî jî rêz û spasiyên Komara Îslamî ya Îranê ji bo Herêma Kurdistanê tekez kirin ku, hêsankariyan pêşkêşî serdankerên Îranê dike dema ku di deriyên sinorî yên Herêma Kurdistanê re serdana mezar û cihên pîroz ên dînî li başûrê Iraqê dikin.

Nêçîrvan Barzanî jî spasiya alîkarî û piştgiriya Îranê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekez jî li ser hebûna peywendiyên baş ên navbera wan kir, herwesa Îran wekî welat û cîraneke giring wesifand û di vî warî de amaje da peywendiyên dêrîn.

Rewşa deverê bi awayekî giştî û çend pirsên ku ji bo her du aliyan giring in mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn ku hejmareke berpirsên Herêma Kurdistanê jî tê de berhev bûbûn.

Top