• Tuesday, 25 June 2024
logo

Aldar Xelîl: Ewqasî ditirsin, gelo dê di hilbijartinên din de çi bikin?

Aldar Xelîl: Ewqasî ditirsin, gelo dê di hilbijartinên din de çi bikin?

Aldar Xelîl da zanîn ku Tirkiye naxwaze li Rojavayê Kurdistanê hilbijartin werin kirin û got, “Ew ewqasî ji hilbijartinên şaredariyan ditirsin, gelo dê di hilbijartinên din de çi bikin?”

Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, li ser hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê ji ANFyê re axivî.

“Ev yek mijareke xizmetê ye”

Aldar Xelîl li ser angaştên Tirkiyeyê yên wekî “Kurd dê dewleteke serbixwe ava bikin” got:

“Ti eleqeya vê bi mijarên siyasî û yekîtiya welêt nîne. Ev yek mijareke xizmetê ye.

Pêwendiya xwe bi jiyana civakî heye lê belê dewleta Tirk û hin hêzên ku pê re di nava hevkariyê de ne qebûl nakin.

Li ber radibin. Ji ber ku eger pêk were wê hingî xizmeteke hîn baş ji gel re bê kirin.

Dê pirsgirêk bêne çareserkirin, dê rêxistina civakê xurttir bibe, dê rêveberiyên xwecihî xurttir bibin. Vê naxwazin. Heta ji wan tê hewl didin li ber vê rabin.”

“Ewqasî ditirsin, gelo dê di hilbijartinên din de çi bikin?”

Aldar Xelîl diyar kir ku Tirkiye ji lidarxistina hilbijartinan ditirse û pê de çû:

“Ew ewqasî ji hilbijartinên şaredariyan ditirsin, gelo dê di hilbijartinên din de çi bikin?

Hilbijartinên şaredariyan in lê belê wan got dê Sûriyeyê parçe bikin, got ku Kurd dewleteke nû ava dikin.

Yanî di dema hikumeta Şamê de jî li van herêman şaredarî hebûn. Bi vî rengî hilbijartinên şaredariyan dihatin kirin.

Di asta şaredariyan de sîstemek hebû. Bêguman têkilî û rêbazên wan ên kar cuda bûn.

Berê bi rengekî cuda dihate kirin lê niha bi rengekî demokratîk tê kirin. Gel hemû di nav de hene. Bi hev re di nava têkiliyê de ne û mîna berê navendî nîne.

Her şaredarî li gorî bajarê lê ye dê biryarê bi meclîsa xwe re bide. Ev yek sîstemeke demokratîk e. Berê jî şaredarî hebûn.

Wê demê Sûriye parçe bûbû? Na. Îro jî bi heman rengî şaredarî hene lê belê vê carê bi rengekî demokratîk kar tê kirin.

Ew naxwazin îradeya gelan bê destnîşankirin. Dixwazin li herêmê timî zext û tundî hebin lê belê gelê me xwedî li îradeya xwe derdikeve.

Xwedî li projeya xwe derdikeve. Her kes dixwaze ev hilbijartin pêk werin û her kes dixwaze ji bo tevahiya herêmê wekî mînakeke demokrasiyê bê nîşandan.”

Aldar Xelîl di berdawamiya hevpeyvînê de bal kişand êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî û da zanîn ku Tirkiye şer girantir bike û dagirkeriyê berfirehtir bike.

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê

Li gorî zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser, hilbijartin dê li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba-Efrîn, Cizîr, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin.

Di hilbijartinan de dê ji bo 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Li Rêveberiya Xweser heta niha 2 caran hilbijartin hatin lidarxistin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan biryar dabû ku 30ê Gulanê hilbijartin werin lidarxistin lê paşê hilbijartin taloqî 11ê Hezîranê kiribûn.

Li gorî biryara nû jî hilbijartin dê Tebaxa 2024an werin kirin.

Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibin.

Li aliyê din, ew penaberên ku zêdetirî 5 salan li Rêveberiya Xweser niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

 

Rudaw

Top