• Tuesday, 25 June 2024
logo

Rêzan Hemesalih: Hejmara rast a qurbaniyên keştiya binavbûyî nayê zanîn

Rêzan Hemesalih: Hejmara rast a qurbaniyên keştiya binavbûyî nayê zanîn

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê ragihand, hejmara rast a qurbanî û rêwiyên wê keştiya ku li peravên Îtalyayê binav bûbû, heta niha nayê zanîn û ew hemû hewlên xwe ji bo dîtina termên rêwiyên keştiyê didin.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Hemesalih ji K24ê re ragihand, hejmara rast a qurbanî û rêwiyên wê keştiya ku çend roj berê li peravên Îtalyayê binav bûbû, nehatiye piştrastkirin.

Hamesalih got: “Li gorî hikûmeta Îtalyayê, 67 kes di wê keştiyê de bûn û piraniya wan winda ne. 11 kes hatine rizgarkirin û niha li gelek nexweşxaneyên Îtalyayê tên dermankirin. Termên 4 kesan hatin dîtin, 3 ji wan xeniqîn û yek jî li ser rêya nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.”

Got jî: “Em bi hikûmeta Îtalya û rayedarên pêwendîdar re li ser xetê ne û em hemû hewlên xwe didin ji bo dîtina termên rêwiyên din ên keştiya binavbûyî. Hikûmeta Îtalyayê derbarê bûyerê de, lêpirsîn daye destpêkirin.”

Li gor gotina Hemesalih, termên qurbaniyên Herêma Kurdistanê dê li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi xerciya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên vegerandin.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn: “Keştî bi qasî 200 kîlometreyan ji sînorê Îtalyayê dûr bû. Piştî binavbûna keştiyê, rêwî çend rojan di avê de man û ti kes nehat alîkariya wan. Di dawiyê de keştiyekê ew dîtin û ew rizgar kirin.”

Ji aliyekî din ve ciwanê bi navê Mîran Ebdulqadir ku yek ji rizgarbûyên wê keştiya li peravên Îtalyayê binav bûbû ye, ji peyamnêra K24ê re ragihand: “Em li gel malbata meta min, em 11 kes di wê keştiyê de bûn. Em 10 rojan di avê de man. Ji me tenê sê kes sax man, ez, diya min û meta min. Ewên din jî hemû ji birçîna mirin.”

 

K24

Top