• Tuesday, 25 June 2024
logo

Eniya Berxwedana Îslamî peyamek da hikûmeta Iraq û Amerîkayê

Eniya Berxwedana Îslamî peyamek da hikûmeta Iraq û Amerîkayê

Eniya Bexwedana Îslamî li Iraqê ragehand, li ser daxwaza Iraqiya pêwîste hêzên Amerîkayê li Iraqê bên vekêşandin û ew dosya bê daxistin.

Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê civîneke awarte û taybet pêkaniye û amaje bi wê yekê kiriye ku, gotûbêj derbarê wê lîsteya demkî de hatine kirin ku ji bo bi dawî anîna erkê hêzên Amerîkayê li Iraqê hatibû danîn.

Daxuyaniyê de gotûbêj derbarê wê derfeta ku berî çar mehan ji hikûmetê re hatibû dayîn a ji bo vekêşandina hêzên Amerîkayê li ser axa Iraqê hate kirin, ji bo bidestanîna serwerî û seqamgirî û aboriya Iraqê.

Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê teqez kir ew daxwaza siyasiyan, zilamên eşîretan, parlamenterên gel divê vê mijarê dawî bînin û bê daxistin, ji bo ku seqamgirî û asayîş vegere welat û serweriya temamî bê bidestanîn.  

 

Basnews

Top