• Tuesday, 25 June 2024
logo

Zêdetir ji 80 hezar torîst çûne Helebceyê

Zêdetir ji 80 hezar torîst çûne Helebceyê

Di nava 4 rojên cejnê de serdana vê parêzgehê kirine.

Birêveberatiya geşt û gozar ( torîzm) ya parêzgeha Helebceyê ragihandiye ku, îsal li gor salên derbasbûyî hijmara torîstên ku, ji başrû û naverasta Îraqê serdana Helebce û seyrangehên Helebceyê kirine zêdetir bûye.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, di nava her çar rojên tatîliya cejna qurbanê de bi giştî 84 hezar û 176 torîst ji başûr û naverasta Îraqê û ji bajarên din yên Kurdistanê serdana seyrangehên parêzgeha Helebceyê kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, dahata kerta torîzmê li Helebceyê îsal li gor salên derbasbûyî gelek zêde bûye.
 

Top