Berevaniya Şaristaniya Hewlêrê: Di cejnê de 29 bûyerên şewatê hebûn
Di çar rojên Cejna Qurbanê de li Hewlêrê 29 bûyerên şewatê ji aliyê Berevaniya şaristaniya Hewlêrê ve hatine tomar kirin û 22 bûyer, şewata pûş û gil û giya bûye.
Îro 20.06.2024ê berdevkê Berevaniya Şaristaniya Hewlêrê Şaxewan Seîd ragehand, di çar rojên cejnê de 29 bûyerên şewatê hebûne.
Herwaha got, ji wê hejmarê 22 bûyer şewata pûş û gil û giya bûn.
Navborî got, termê kesekî jî li qeza Xebatê hatiye dîtin.
Basnews