• Tuesday, 18 June 2024
logo

JAPONYA - Rojev sextekariya kompanyayên otomobîlan e

JAPONYA - Rojev sextekariya kompanyayên otomobîlan e

Wezareta Veguhastinê ya Japonyayê ragihand ku kompanyayên otomobîlan ên wekî Toyota, Mazda, Suzuki, Honda û Yamahayê di dema çêkirina otomobîlan de gendelî kiriye.

Rojeva Japonyayê sextekarî û gendeliya kompanyayên otomobîlan e.

Wezareta Veguhastinê ya Japonyayê ji ber “gendelî û sexterkariyê” li ser kompanyayên wekî Toyota, Mazda, Suzuki, Honda û Yamahayê lêpirsîn daye destpêkirin.

Kompanyayê Toyotayê ya Japonyayê ku yekem slogana wê "ewlehiya bilind e” ji ber sextekariyê lêborîn xwest hilberîna hin modelên otomobîlên xwe rawestand.

Hatibû dîtin ku kompanyaya Toyotayê yasa bin pê kiriye ew yasa girêdayî wergirtina lîsansê yên ji bo hilberîna çend cureyên wesayîtan e.

Sextekarî û manîpulasyon heye

Wezareta Veguhastinê ya Japonyayê îro di daxuyaniyekê de got:

"Toyota, Mazda, Honda, Suzuki û Yamaha dema ku lîsansên hilberîna wesayitên xwe wergirtine sextekarî û manîpulasyon kiriye.”

Serokê Kompanyaya Totoyayê Akio Toyota, di konfêranseke rojnamegeriyê de ji hîsedar, bikarhênerên otomobîlan lêborîna xwe xwest.

Akio Toyota, piştrast kir ku wan bêyî wergirtina sertîfîkayên pêwîst dest bi hilberînê kiriye û amaje bi wê yekê kir ku wan hilberîna modelên wekî Corolla Fielder, Corolla Accio û Yaris Cross rawestandiye.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, kompanyayan bêyî ceribandinên pêwîst “belgenameyên sexte yên ceribandinên ewlehiyê” çêkirine.

“Mazdayê jî gendelî kiriye”

Li ser daxuyaniya wezaretê, hîseyên Toyota, Mazda û Suzukiyê yên li borsaya Japonyayê ji sedî 3 daketin.

Li aliyê din, Mazdayê jî hilberîna cureyên Roadster û Mazda 2 rawestand.

Kompanyaya Mazdayê ji mişteriyên xwe daxwaza lêborînê kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Veguhastinê ya Japonyayê, Mazdayê di dema çêkirina modelên wekî Accord, Odyssey û Fitê de gendelî kiriye.

Li gorî nûçeya televîzyona NHKyê ya Jappnyayê, kompanyayên Japonî sewqiyata modelên ku di jêr lêpirsînê de ne rawestandiye.

Li gorî ajansa fermî ya Kyodoyê, firotina  4,3 milyon wesayîtên Honda, 1,7 milyon wesayîtên Toyota, 150 hezar wesayîtên Mazda, 26 hezar wesayîtên Suzuki û 7 hezar wesayîtên Yamahayê hatiye rawestandin.

 

Rudaw

Top