Li Meletiyê erdhejêk bi hêza 4.4 pileyan rû da
![Li Meletiyê erdhejêk bi hêza 4.4 pileyan rû da](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240618094404_original_1.jpg )
Li navçeya Arganê ya Meletiyê bi hêza 4.4 pileyan li ser pîvera Richterê erdhej çêbû.
Rêvebiriya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) îro 16ê Hezîranê ragihand, li navçeya Arganê ya Meletiyê îşev demjimêr 20.24 erdhejek bi hêza 4.4 çêbû
AFAD’ê amaje bi wê jî kir, kûrahiya erdhejê 7 kîlmetreyan hatiye pîvan.
Hat ragihandin ku erdhej li herêmê bûye sedema metirsiyê.
K24